Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹ Federalî çanda hemû gelan hembêz dikeʹ

Dîmen

YEHYA HEBÎB

TIRBESPIYÊ- Rêveberê Mala Êzîdiyan a Navçeya Tirbespiyê Faris Şemo anî ziman ku federalî tekane sîstema ku hemû çandan hembêz dike û got ku jiyana komînal xwe dispêre netewa demokratîk û jiyana hevbeş pêş dixe.

Rêveberê Mala Êzîdiyan a Navçeya Tirbespiyê Faris Şemo têkildarî nêzîkbûyîna dema hilbijartinên hevserokatiya komînan ji ANHA‘yê re axivî, Şemo bang li gelên herêmê kir ku xwedî li hilbijartinan derkevin û nûnerên xwe hilbijêrin.

Şemo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku gelê Êzidî di sîstema federal de riya çareseriyê dibînin û got: “Em wekî gelên Êzidî me gelek êş kişandin, gelê me rastî hewildanên asîmîlekirina çandî bûn. Tekane riya çaresrî û xelasbûyînê, sîstema federal e, ji ber ku ev sîstem çanda hemû gelan hemêz dike. Em dibînin ku hemû dewletên ku sîstema federaliyê pêk tînin, bi aştî jiyan dikin.ʺ

Şemo destnîşan kir ku beriya şoreşa Sûriyê sîstemên serwer çanda neqebûlkirina aliyê din di nava gelên herêmê de belav dikir û hewl dida dida tevlihevî di navbera wan de derxîne.

Faris Şemo di nava gotinên xwe de got: “Komînên hatine avakirin xwe dispêrin piransîpa netewa demokratîk, bi vê yekê çanda jiyana hevbeş û hewldanên pêşxistina çandî di nav civakê de belav bû.ʺ

Şemo anî ziman ku komîn bingeha sîstema federal ya ku derbasî jiyana rojane ya welatiyan dibe û wiha dom kir: “Bi avakirina komînan, civak ava dibe, ji ber vê yekê gereke hemû kes girîngiyê bide hilbijartinan ji ber pêşeroja wan û ya zarokên wan zelal dike”.

Rêveberê Mala Êzidiyan a Navçeya Tirbespiyê Faris Şemo di dawiya axaftinên xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku berê xwe bidin sendoqên hilbijartinê û nûnerên xwe hilbijêrên da ku maf û çanda xwe biparêzin.

(bb)

ANHA