Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹ2017ʹe dê bibe  sala tunekirina DAIŞʹê ʹ

DILSOZ DILDAR

REQQA – Endama Fermandariya QSD`ê Rojda Felat diyar kir ku hêzên wan di pêvajoya 2`emîn a Hemleya Xezeba Firatê de serkeftinên mezxin bi dest xistine û destnîşan kir  dê sala 2017`an bibe sala tunekirina DAIŞʹê.

Endama Fermandariya QSDʹê Rojda Felat têkildarî duyemîn hemeleya Xezeba Firatê agaî dan û mijarên girêdayî pêşketina hêzên QSD`ê ya li Reqqayê ji ANHAʹyê re vegot.

Rojda Felet diyar kir ku pêngava duyenmîn a hemeleya wan beriya 25 rojan ji 2 baskan ve destpêkirin û wiha got: ʺHeta niha hêzên me 12 kîlometir çarkoşe ji çetyean rizgarkirine. Hêzên me bi mureleke mezin diherêmên di bin dagirkiriya çeteyan de pêş ve diçin. Heta niha me gelek zehmetî di pêş ve çûnê de ne dîtiye. Çete li ber berxwedana hêzên me têk diçin û hêza wan a berxwedanê nemeya.ʺ

ʹÇete mayînan datînin û bi tirmpêlan êrîş dikinʹ

Rojda Fetat, her wiha da zanîn ku çete li ber israr û vîna şervanên wan a serkeftinê li ber xwe na din û wiha dom kir: ʺJi ber vê yekê çete xendeqan dikolin, mayînan di malan û gundan de datînin, her wiha bi tirmpêlên bombebarkirî êrîşan pêk tînin. Pozisyona wan a li ber xwe dayînê nemaye. Hem pîlanên wan li ber israr hêzên me yên QSDʹê vala derdikevin, heta niha me gelek çek û cebilxaneyên çeteyan bidest xistine. Tevlî rewşa hewayî ya sar jî hêzên me bi sedan gund jî ji çeteyan hatine rizgarkirin.ʺ

ʹArmanca me rizgarkirina sivîlaneʹ

Rojda Felat, di berdewama axaftina xwe de got ku wan ji destpêka pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de bang li welatiyan kirine ku beer xwe bidin deverên ku hêzên QSDʹê rizgar kirine û li wir bi cih bibin û wiha dom kir: ʺDema gundên beskê Til Semin ji çeteyan hate rizgarkirin. Hêzên me welatiyên sivîl birin deverên bi ewle, paşê rê hate dayîn ku welatî vegerin gundên wan ên rizgarkirî. Ev yek jî piştî aramî pêk tê hate kirin. Armanca hêzên me ya sereke rizgarkirina sivîlan e.ʺ

ʹDi 2017ʹan de wê DAIŞ tune bibeʹ

Rojda Felet da diyarkirin ku hêzên wan di sala 2016ʹan de dest bi Hemleya Xezeba Firatê kirin û wiha dom kir: ʺTevlî em ketine sala 2017ʹan de jî hêzên me bi heman muralî pêş ve diçin û herêmê rizgar dikin. Bi destpêka sala 217ʹan de jî em ê bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina bajar Reqqa ji çeteyan têbikoş in. Em ê soza xwe pêk bînin û hemû xaka welatê xwe ji çeteyan rizgar bikin. Serkeftin dê bibe para hêzên me. Em dizanin ku gelê me êdî nema bi siyasetên çeteyan têne xapandin û em dibêjin ku dê di sala 2017ʹan de çeteyên DAIŞʹê tune bibin.ʺ

ʹEm soza xwe dubare dikinʹ

Rojda Felet di berdewama axaftina xwe de rewşa jinên êzîdî ku bi destê çeteyên DAIŞʹê ji Şengalê hatin revandin bibîr xist û got ku berê wan berê wekî YPJʹê soz dane ku dê jinan ji çeteyan rizgar bikin û wiha dom kir: ʺEm niha jî soza xwe dubar dikin ku dê hemleya Xezeba Firatê riya rizgarkirina hemû jinên ku ji destê çeteyan êş dîtine, pêk bîne. Tevlîbûna YPJʹê ya hemeleyê ji bo vê yekê pêk hat, lê armanca hemeleya me ne tenê ji bo rizgarkirina jinane, lê belê armanca me ew e ku rêxistinkirina jinan e da ku karibin parstina xwe bikin û çekan rakirin, da ku li dijî komên terorist derkevin. Em careke din soz didin ku em ê jinên êzî ku li herêmê ji aliyê DAIŞʹê ve hatin firotin rizgar bikin, em ê fedawiyên hemû jinên ku di nava zulim û zordariyê de ne, bin. Em soz didin ku dê sala nû bibe sala rizgarkirina tevahiya herêmê û bi taybet bajarê Reqqa.ʺ

(rr/dc)

ANHA