Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹAliyên şer û ên piştgiriya wan dikin ji êrîşa li dijî sivîlan berpirsyar inʹ

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku aliyên şerê Sûriyê û yên destekê didin wan ji êrîşa terorîstan e ku li dijî otobîsên sivîlên Fûa û Kereya pêk hat, berpirsyarin.

Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava derbarê komkujiya şêniyên Fûa û Kefreya ku dihatin koçberkirin ku li taxa El-Raşidîn a rojavayê Helebê pêk hat û di nencamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di heman dema ku hîna Sûriyê ji ber komkujiya Xan Şêxûn û bandore wê bi êş e, komkujiya teroristane ya taxa El-Raşidîn pêk hat. Di encamê de bi dehan sivîl di dema ku cejna qiyametê dihate pîrozkirin, pêk hat. Di dema ku cejna hezkirin û aştiyê dihat pîrozkirin komkujî pêk hat. Êrîşa hovane êşa gelê me ku ji ber şer û tundiya kûr a ji hemû aliyan ve tê û Sûriyê ber bi pêşerojeke xwînî, pêçareserî, tarî û reş ve dibe, zêde kir.

Hedefgirtrina karweanê sivîlên ji Fûa û Kefreya ku têne koçberkirin ku li taxa El-Raşidîn a Helebê pêk hat û şehîdbûna bi dehan zarok û jin di encama teqîna terorîstî ya hovane û girêj, nîşaneke rasteqîn a aloziya mirovahiya bi êş û kûr a ku li Sûriyê berdewama pêk hatiye. Ev êrîş  di encama îsrarkirina tevahî aliyan di berdewambûna tundiyê de ji bo girtina desthilatdariyê yan jî xizmeta berjewendiyên derve, ew aliyên ku hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj li ser hesabê ruhê sivîlan tevger dikin.Ev yek wek sûceke şer e û sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Komkujiya terorîstane bê guman nîşan dide ev rejîm  çareseriyên siyasî yên ji bo aloziya fetisîn ku li Sûriyê pêk hatiye red dike. Opozisyon jî ku li ser fermanên hêzên derve tevdigere, berjewendiya gelên vî welatî ji wan re ne girînge û di encamê van helwestên tund de jî ji bilî êş û jarê ji gelê Sûriyê re aniye. Gelê Sûriyê ber parçebûn û rûxandina li ser astên Civakî, Siyasî , Aborî û her wekî din dibe.

Em di Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hersê Kantonan de, van aliyan li ser vê kiryara terorîstiya û kiryarên din ên dûrî nirxên mirovahiyê ku derheqê sivîlan pêk tê berpirsyar in, em bang li tevahî Civaka Navnetewî dikin ku helwesta xwe ya wîjdanî ya guncaw nîşan bide û ji bo pêşxistina xebatên çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re tevbigere. Da ku aramî, azadî û aştiyê ji tevahî gelê Sûriyê peyda bike û mînaka rêveberiyên xweser li ser rêgeza Sûriya Demokratîk a Federal ji tevahî gelên wê re bişopîne ku wek çareseriya guncaw a Sûriyê ye.

Dema rawestandina amûra kuştin û rûxandinê hat, da ku gelê mayî yê Sûriyê aramiyê jiyan bike, tu cudahî di navbera kuştina sivîlan biçekên kîmawî li Xan Şêxûn û qurbaniyên teqîna terorîstî ya xedaar li taxa El-Raşidîn nine. Herdû êrîş ji bo pêkanîna berjewendiyên ne mirovî ya aliyên şer ku li ser esasê parstina desthiladariyê pêk hatiye. Ev yek dike ku em li ser çareseriya siyasiya demokratîk bi îsrar bin, divê hemû hêzên navnetewî û dost piştgiriya wê bike û pêşve bide da sînorek ji berjewendiyên ne mirovî re bê danîn. Ji ber şerê berjewendiyan zihniyeta dîktatorî û girtina desthilatdariyê pêk tîne û kurtir dike.

(rr)