Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹArmanca me ew jin zane û xwedî hêz beʹ

Dîmen

MÎDYA HENAN- NEJBÎR OSMAN

MINBIC- Berdevka Fermî ya Meclîsa Jinên Srûiyê Lîna Berekat diyar kir ku avakirina Melcîsa Jinên Sûriyê gaveke binirx a ber bi azadiya jinan ve. Lîna her wiha da zanîn ku di demên pêş de û di nava xebatên xwe yên pratîkî de dê avakirina Desteya Rêveber a ku dê rêziknameya hundirîn amade bike,ragihînin.

Berdevaka Fermî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat têkildarî ragîhandina Meclîsê ku piştî Kongreya Damezirîner a Jinên Sûriyê hate ragîhandin nirxandin kirin.

Lîna Berekat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina meclîsa jinênSûriyê û wiha got: ʺPêngava avakirina Melcîsa Jinên SÛriyê gelek girîng û bi nirxe di aliyê azadiya jinan de. Meqsedema azadiya jinan di mijara sergirtina por, lê belê em di vir de dibêjin azadiya di aliyê zihniyeta di mejiyê mirov de. Tekoşîna me ya ji bo azadiya jinan e, ne ji bo guheritna yasayan tenê ye. Mijara jinan ji qanûnan bi gelekî kûrtire.ʺ

Lîna Berekat di berdewama axaftina xwe de jî got ku mijar azadiya jinan mijara zihniyetê û şikanda kiriyarên ku li dijî jinan têne meşandin û pê de çû: ʺJin li Ewropa jî jinbûyîna sergirtî gazinc dike û di destê hêzên sermyandara de bûye wekî amûrekî ku tête bikara anîn. Ji ber vê yekê dê tekoşîna me ne hêsan be. Gelek aliyên desthiladar dê li dijî me derketin û hewl bidin ku tekoşîna me asteng bikin. Lê em di wê baweriyê de ne ku em ê di dawiyê de biserkevin.ʺ

Lîna Berekat têkildaîr bernameya Meclîsa Jinên Sûriyê jî got ku ew wekî Meclîsa Jinên Sûriyê dê ji bo avakirina Desteya Rêveber a Meclîsa Jinên Sûriyê kar bikin û sîstema hindirîn amade bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺArmanca me ew e ku jina xwedî hêza be, zane û rewşenbîr be. Karibe guhertinan çêbike. Ji ber hemû çalakiyên cîhanê ku bi navê jinan pêk hatin ne gelekî çalak bûn. Em wekî jinên Sûriyê hewl didin ku vê rastiyê bidin guherin û ji jinên Rojhilata Navîn û Jinên Cîhanê re bibin mînak.ʺ

Lîna Berekat di nava axaftinên xwe de bang li hemû jinên Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: ʺEz bang li hemû jinên Sûriyê ên baweriya wan bi hêza wan tê dikim. Ji ber ku jinên bi hêz ew e ya ku dikare guhertinê pêk bînin û li dijî hemû bend û astengiyên ku hêzên desthildar afirandiye dikare li ber xwe bide.ʺ

LÎna Berekat Çalakvaneke jine ji bajarê Hums ê Sûriyê ye. Wêjeya Firensî qedandiye. Wekî endamek serbixwe tevlî Buroya Jinan a MSDʹ bû.

(dc)

ANHA