Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹArmanca me pêşxistina hevkariya civakiyeʹ

NÛREDÎN UMER

EFRÎN –Bernamzetên hevserokatiya komînan a navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Reco ya Efrînê diyar kirin ku armanca wan a hevserokatiya komînan pêşxistina karê hevbeş a di civakê de ye û zana kirina şêniyan e û gotin ku ew ê di komînan de erka dikeve ser milên wan pêk bînin.

Piştî Komîsedriya Bilind a Hilbijartinan a navçeya Bilbilê ya herêma Reco ya Herêma Efrînê deriyê wergirtina daxwaznameyên bernamzetan vekir, bi sedan şêniyan daxwaznameyên ji bo namzetiya hevserokatiya komînan pêşkêş kirin. Di vê çarçovê de, bernamezetên ku navê xwe ji bo hevserokatiya komînan hilbijartine têkildarî xebat û armancên xwe parvekirin.

Bernamzetê bi navê  Samih Sîdo, derbarê  armanca wî ji namzetiya komînan ev tişt anî ziman:  ʺArmanca min pêkanîna daxwazên şêniyan û kar û xebatê ji bo çareserkirina pirsgirsaêkên gel in.Em ê hewl bidin ku hişmendiya cudahiyê rakin û ruhê hevkariyê di nava civakê de pêş bixin. Hilbijartinên pêk werin dê mafê tevahî gelên herêm pêk bînin, ji ber wê divê hemû kes dengê xwe bikar bîne û kesên guncaw hilbijêrin.ʺ

MIHEMED ELI

Bernamzetê bi navê Mihemed Elî jî hin şaştiyên ku hiştibûn kar û xebatên komînan paş bikeve diyar kirin û wiha got: ʺNe kordîneya di navbera komîteyan de, ne meşandina kar û xebatên li gor wekheviya di navbera jin û zilaman de, her wiha ne belavkirina rêgeza komînê bi şêwazekî baş. Di van milan de kêmasî hebûn. Emê hewl bidin van pirsgirêkan çarser bikin û di çarçoveya perwerdehiyê de xebatan pêş bixin.ʺ

RIMA IBRAHIM

Bernamzeta bi navê Rîm Îbrahîm jî têkildarî armanca wê ya ji bo hevserokatiya komînan  ev tişt anî ziman: ʺDa em ji hemû cîhanê re îspat bikim ku jin dikare pirsgirêkên civakê çareser bike û wê zana bike. Armanca me çandina ruhê hevkariyê di nava şêniyan de ye.ʺ

(rr)

ANHA