Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹAvakirina Meclîsê riya herî guncaw a çareserkirinê yeʹ

Ihsan Ehmed

HESEKÊ – Ciwanên koçber ên Îraqê ku di kampa Holê de dimînin gotin ku avakirina meclîsa ciwanan riya herî guncaw a rêxistinkirina ciwanan û destnîşan kirin ku bi vê yekê dê ciwan hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Yekîtiya Ciwaên Rojava bi armanca rêxistinkirina ciwanên Îraqê yên di kampa Holê de meclîsek ava kirin. Meclîsê di rêxistinkirina ciwanan de roleke balkêş list. Ciwanê Îraqî yê bi navê Elî Hesen li ser xebatên meclîsê got ku avakirina meclîsê sûd li ciwanan kir ku pirsgirêkên xwe çareser bike û wiha got: ʺMeclîs bû pirek ji bo ciwan gihandin çanda wan. Meclîsê bandoreke erênî li nerîna ciwanan kir.ʺ

Koçberê bi navê Dahir Sihêl jî got ku avakirina meclîsa Ciwanan gaveke baş a ber bi rêxistinkirina ciwnaan û got ku meclîs dibe riya ciwanan ku bi alîkariya hev re bighêjin Rojhilata Navîn a Demokratîk û wiha dom kir: ʺMeclîsê destê ciwanan kir û ew fêrî gelek tiştan kiriye.

Ciwanê koçber ê îraqî Sufiyan Hisên li ser avakirina meclîsa ciwanan got ku meclîs asta ciwanan a zenebûnê çêbû û rêxistina wan ava kir.

Sufyan Hisên di dawiya axaftina xwe de jî got ku avakirina meclîsê riya çareserkirina hemû pirsgirêkên ciwanan e.

(jo)

ANHA

HSK-MECLISA-CIWANA-LE-CAMPA-HOLE ‫(1)‬ HSK-MECLISA-CIWANA-LE-CAMPA-HOLE