Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹBê îradeya pêkhateyên Bakurê Sûriyê  çareserî nabeʹ

ANALÎZ

Hesen Karasungur

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û siyasetmedar Hesen Karasungur rewşa li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê nirxand û got ku niha şerê Cîhanê yê sêyem tê meşandin û destnîşan kir û got ku Amarîka û Rûsiya niha rola  Îngilistan û Fransayê ya şerê cîhanê yê yekem giritine û got: ʺBê hebûna îrdeya gelê kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyê dê aloziya heyî neyê çareserkirin.ʺ

Nivîskar û siyasetmedar Hesen Karasungur di nivîsa xwe  de bal kişand ser aloziya li Rojhilat Navîn û Sûriyê û nirxandinên girîng kirin.

Nivîsa wekî hate weşandin wihaye:

ʺLi ser Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn ku tê dayîn rastiyek e û di roja îro de bi piranî her kes vê qebûl dike. Sedsal beriya vê di encama şerê cîhanê yê yekemîn de rola Îngilistan û Fransayê pirr girîng bû. Mirov dikare bêje dîzaynkirina Rojhilata Navîn encama polîtîkayên Îngilistan û Fransayê bû. Noqteya din a muhîm sedsal beriya vê di dema şerê cîhanê yê yekemîn de gelê kurd tune hatibû qebûlkirin û jixwe li çar parçeyan hatibû parçekirin.

Sedsal şûnde îro careke din li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê dayîn. Lê şert û zirûfên Rojhilata Navîn yên îro hîç ne weke yên sedsal beriya vê ne. Bêguman encamên şerê cîhanê yê sêyemîn ku îro tê dayîn jî ew ê pirr cuda be. Rûsya û Amerîka dibe ku hewl bidin ew rola Îngilistan û Fransayê sedsal beriya vê lîstine vê carê ew bi xwe bilîzin. Piraniya nîşane û geşedanên diqewimin vê yekê destnîşan dikin. Lê Amerîka û Rûsya weke mînak li ser mijara Îranê, her wiha di meseleyên kurd û bi giştî Rojhilata Navîn û Sûriyê de ew ê çiqasî li hev bikin ev jî mijareke cuda ye. Di vir de dîsa noqteya herî muhîm û sereke rewşa Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê kurd e. Gelê kurd ku di şerê cîhanê yê yekemîn de tune hat hesibandin û bûye çar parçe di roja îro dê bi paradîgmaya Rêber Apo neteweya demokratîk taybet bi şoreşa Rojava ji hemû gel û çandên azadîxwaz û xwedî têkoşîn ên Rojhilata Navîn re pêşengtiyê dikin. Di rojeva gelê kurd de kongreya neteweyî heye ku îrade û helwestên gelê kurd bikaribin ku bibin yek. Ev guherîn û veguherînin pirr ciddî ne.

Bi şoreşa Rojava re îradeya DAÎŞ’ê şikest û ketiye pêvajoya tasfiyeyê. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê meqesa li ser Sûriyê her diçe teng dibe. Her wiha xuya dike ku têkoşînên siyasî û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ji niha û pêde her ku biçe ew ê bi muzakereyan pêş bikeve. Jixwe ev civînên li Astanayê, Moskovayê pêk hatiye û dîsa civîna çaremin a Cenevreyê vê rastiyê îfade dike. Di vê noqteyê de mirov dikare vê bêje derveyî erêkirin û qebûlkirina rojavayê Kurdistanê (Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û MSD) tu lêhûrbûn, lêgerîn û civîn ew ê bi encam nebin. Ev mijareke bê nîqaş e. Marîfet ew e ku hemû pêkhateyên şoreşa Rojava, pêkhateyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û MSD hem bi îrade û hêza xwe bawer bin hem jî li ser vî esasî têkoşîn û dîplomasiyek xurt bidin.

Hemleye Xezeba Firatê ku li ser Reqayê hatiye destpêkirin tabî ku ew ê bandorê li ser ev nîqaş û pêvajoya em têde ne bike. Ji vê jî muhîmtir beşdarbûna eşîr û civakbûna Ereb di hemleya xezeba Firatê ya Reqayê de û dîsa beşdarbûna Sûriya Demokratîk a Federal û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê mijareke girîng e. Li gel hemleya xezeba Firatê ya li ser Reqayê taybet Bab û derdorê Babê jî muhîm e. Li Babê rastiya herî muhîm û ya derketiye pêş ev e ku dewleta Tirkiyê ya dagirker bi tena serê xwe nikarî encamekê bigire. Rexmî hemû alîkariya Rûsya û koalîsyona navneteweyî dîsa jî dewleta Tirkiyê ya dagirker li Babê perîşan bû. Îran û Rejîm ew ê tu caran nexwazin ku artêşa Tirkiyê ya dagirker li Babê û li ser axa Sûriyê mayînde bibe. Rûsya û dewleta Tirkiyê ya dagirker jî ew ê çiqasî karibin li hev bikin ev jî ne diyar e. Bi giştî hemû hêzên li ser erdê yên derdora Babê têkili û nakokiyên wan bi dewleta Tirkiyê ya dagirker re ku di pêşerojê de ji lihevhatin û lihevkirinê zêdetir îhtimal heye ku bên dijî hev û şerek di navbera wan de derkeve. Gelê kurd û YPG ew ê tu caran hebûna dewleta Tirkiyê ya dagirker li ser axa Efrîn, Şehba, Til Rifat û Babê qebûl neke. Ew ê tu caran nehêle ku dewleta Tirkiyê ya dagirker bi rehetî xwe di van herêman de bi cih bike. Ji bo YPG û gelê kurd ev ê şerekî parastinê û bi rûmet be. Dewleta Tirkiyê ya dagirker di vê noqteyê de jî ew ê perîşan bibe û di nava aloziyeke kûr de be.

Serokê Amerîkayê yê nû Trûmp bi dîktator Erdogan re ew ê têkiliyek çawa pêş bixîne tam ne diyar e. Girîngiya Tirkiyê ya jeopolîtîk û jeostratejîk bêguman heye. Beriya her tiştî endamê NATO’yê ye. Dibe ku Amerîka zû bi zû dev ji Tirkiyê bernede, lê ev nayê vê wateyê ku siyaset û stratejiya dewleta Tirkiyê jî ew ê qebûl bike. Danûstandina wan li ser Reqayê çi ye, tê nîqaşkirin. Eger dewleta Tirkiyê weke Babê îlehî xwe bigihîne Reqayê navê vê rastûrast dagirkirin e. Ji meseleya DAÎŞ’ê derdikeve û derbas dike. Hesabê wan dagirkirina axa bakurê Sûriyê ye. Armanc jî gelê kurd bê îrade û bê statu bihêlin û careke din weke dema împaratoriya Osmanî  civaka ereb û hemû pêkhateyên li ser axa Sûriyê dijîn bixin bin zext û zordariya xwe. Ev yek ew ê ne hêsan be. Ne gelê kurd, ne gelê ereb, ne gelê xiristiyan, ne tirkmen, çerkez û çeçen ew ê tu caran dagirkeriya dewleta Tirkiyê qebûl nekin, heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin û şerekî parastinê ya dijwar pêş bixin. Eger Amerîka rê bide ku dewleta Tirkiyê li ser Reqayê bandor be ev jî ew ê pirsgirêk nû bi xwe re derxîne ku Amerîka jî nikare ji nav derkeve.

Artêşa Azad bê îdia, bê perspektîf û bê proje ne. Hîn jî vekirî mirov bêje weke grûbên paravan hatine birêxistinkirin. Ev her çiqas di serî de ji aliyê dewleta Tirkiyê ya dagirker, Qatar û Siûdî ve tên destekkirin jî ne hêzên bi îstikrar in ku li ser qedera Sûriyê bikaribin rolekê bilîzin. Taybet dewleta Tirkiyê îro vana pirr xerab û bêexlaq bi kar tîne. Ji bo vê nakokiyên di navbera Tirkiyê û Siûdî jî her diçin pêş dikevin.

Qedera hemû civak, çand û pêkhateyên li ser axa Sûriyê dijîn ew ê îradeya wan a demokratîk diyar bike. Rêya vê jî perspektîfa neteweya demokratîk e. Yê ku jî vê re jî pêşengtiyê dikin gelê kurd û hemû pêkhateyên li ser bakurê Sûriyê ku bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn. ʺ