Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹBi paşguhkirina PYDʹê ne mumkine aloziya Sûriyê çareser bibeʹ

FÎDAN EBULAH-FATMA ÎBREHÎM

EFRÎN – Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah di sêyemîn kongreya PYDʹê de axivî û got ku bi paşguhkirina PYDʹê ne mumkine aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Hevseroka PYDʹê Asya Ebdulah di sêyemîn Kongreya PYDʹê ya Efrînê ku bi vê sibê bi beşdarbûna 350 delegeyan hate lidarxistin axivî. Asya Ebdula ku axaftina vekirinê destpê kir serketinên ku li Rojava-Bakruê Sûriyê hatine bidestxistin bibîr anîn û wiha got: ʺDestkeftiyên gelê me li Bakruê Sûriyê rojane didomin û mezin dibin.ʺ

Asya Ebdulah di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku aloziya Sûriyê derbasî Rojhilata Navîn jî dibe û wiha dom kir: ʺGelê Bakurê Sûriyê bi hêza xwe ya leşkerî û bi derfetên kêm gelek destkeftî bi dest xistin. Berxwedana li vir rastiya gelê berxwedêr û xwedî îrade nîşan dide. Li kêleka vê pêwîste pêşketina çareseriya siyasî jî pêş bike. Aloziya kûr a Sûriyê derbasî Rojhilata Navîn jî dibe.ʺ

Asya Ebulah di berdewama axafitna xwe de got ku heger PYDʹê wekî aliyekî siyasî ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya Sûriyê qebûl nekin, ne mumkine li aloziya li Sûriyê were çareserkirin.

Hevseroka PYDʹê Asya Ebdulah di dawiya axaftina xwe de wiha got: ʺEm partiyek siyasî ku ji bo rêxistinkirina civakî tekoşîna siyasî dide meşandin. Em amadene bi hemû aliyên siyasî re nîqaşan bikin.ʺ

(dc)

ANHA