Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹBi rihê jinan emê birînên salan derman bikinʹ

MINBIC – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber û li ser navê jinên paytexta Sûriyê Şamê Suhêr Sermînî di kongreya jinên Sûriyê de axivîn û gotin ku dê kongreya wan roelek mezin di di pêkanîna ewlekariyê de bilînze û ev tişt anîn ziman: ʺBi rihê jinan emê birînên salan derman bikinʺ

Kongrya jnênSûriyê bi axaftinan didome. Hevseroka Melcîsa Rêveber a Minbic û gundê wê Zeyneb Qenber di kongryê de axivî û wiha got: ʺJi bajarê Minbica bexwednê ya azad ku niha hemû jinên Sûriyê himbêz dike û dîroka bi îradeya jinên azad û hemû beşên civakê xêz dike. Di şaristaniyê de rola pêşeng digire û dibe nimûneya demokratîk û jiyana hevbeş a hemû gelê Sûriyê.ʺ

Zeyneb di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser rewşa şer ku li Sûriyê tê jiyankirin û wiha dom kir: ʺTevî şert û mercên zehmet ku welatê me Sûriyê tê re derbas dibe, lê em dibînin ku çareserî nêzîk dibe. Jin dê pêşengtiya çareseriyê û avakirina Sûriya demorkatîk û azad dikin. Em bi hev re bi rihê jinan birînên salên dirêj derman bibin û di riya biryarên xwe yê li vir civaka demorkatîk ava bikin.ʺ

Di Kongreyê de her wiha li ser navê jinên Paytexta Sûriyê Şamê Suhêr Sermînî axivî û wiha got: ʺLidarxistina kongreyê girîngiyeke mezin ji tevahî xaka Sûriyê re tîne. Beşdarbûna jinên Sûriyê di vê çalakiyê de giringiyê diyar dike. Em jinên tekoşer ji bo pêkanîna mafê xwe tekoşînê dikin. Piraniya aliyan dinava hewldanan de ne ku zehmetiyan derbixin û astengiyan li ber çarseriyê çêbikin.  Em hêvîdarin ku meclîsa me roleke baş di hemû beşên jiyanê de pêk bîne û bi taybet mijarên girêdayî welatê me Sûriyê. Aramî û ewlekariyê pêk bînin û lêborîna di nava hemû beşên civakê de pêş bixe.ʺ

Suhêr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî meclîsê bibin û ji bo pêkanîna mafê xwe û tunekirina tundiya li dijî jinan tekoşînê bikin.

Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiyê ku ji derve ji çalakvanên siyasî û jinên di nava opozidyonê yên serbeixwe de hatinşandin hatin xwendin. jI jinên ku peyam şandibûn Esmai Keftaro û Endama MSDʹê ya li derve Mejdolîn Hesen.

Dê piştî navberê perspektîfên belgeyên kongreyê werin xwendin û nîqaş li ser wan were pêşxistin.

(dc)

ANHA