Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹDema rizgarkirina Tebqa nêzîk bûyeʹ

REQQA – Yek ji fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Tolhildan Raman mizgînî da şêniyên Tebqayê û ji wan re got: ʺBela dilê we rehet be, dema rizgarkirina bajar nêzîk bû ye.

Tugaya Şehîd Dêrsim yek ji togayên ku cihê xwe di opersyona rizgarkirina Tebqayê de digre. Fermandara Tugayê Tolhildan Raman têkildarî opersyona rizgarkirina Tebqa agahî dan got: ʺEm Ji hemû jin û welatiyên bajarê tepqayê re dibêjin ku dem nêz bûye ku hûn ji tarîtiya çeteyên DAIŞʹê xilas bibin.ʺ

Endama Fermandariya YPJʹê Tolhilan Raman da zanîn ku çeteyên DAIŞʹê di bajarê Tebqa de neçar mane û wiha dom kir: ʺTevahiya bajarê Tebqa ketiya çembara şervanên QSDʹê.  Şervanên me ji hemû aliyên bajar ve yek kîlometreyî nêzî bajar bûne.  Armanca me ji vê yekê ew e ku şervanên YPJʹê ku rola wan di hemleyê de pêşenge vê hemleyê bi encamên serkeftî bi dawî bikin.ʺ

Tolhildan Raman da zanîn ku dema ew jinan ji çeteyên DAIŞʹê rizgar dikin dilê wan rehet dibe û wiha dom kir: ʺCoş û muralê me ew e ku dema em dibînin ku jin ji çeteyan rizgar dibin. Jin bi kêfxweşî berê xwe didin hêzên me  xelasiya xwe li vir dibînin. Em ji vê yekê mural û hêzê digirin.ʺ

Fermanara Tugaya Şehîd Dêrsim Tolhildan Raman di dawiya axaftina xwe de mizgînî da jin û hemû şêniyên Tebqa û wiha got: ʺJi bo rizgarkirina bajarê Tebqa pir kêm maye. Bila dilê we rihet be.  Dem nêzî mayeku jinên Tebqa ji tarîtiya çeteyên DAIŞʹê xilas bibin.ʺ

(dî/dc)

ANHA