Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹDibe Reqa wekî herêma çaran tevlî Fedraliyê bibeʹ

CÎHAD ROJ

NEVENDA NÛÇEYAN –Endama Deseteya Niştimanî ya Erebî  Naemet Axa diyar kir ku armanca dabeşkirinên rêvebreriyan a nû di Bakurê Sûriyê de rêxistinkirina civakê û rêgirtina li ber bîroqrasiyê ye. Axa her wiha destnîşan kir ku rêveberiya her herêmekî dê serbixwe be û ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve di bin sîwaneya Federaliya Bakurê Sûriyê de be û got dibe ku Reqayê jî wek herêma çarem, heger şêniyên wê bixwazin tevlî Federaliya Bakurê Sûriyê bibe.

Endama Desteya Niştimanî ya Erebî û endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Naemet Axa, têkildarî erêkirina Yasayê Hilbijartinan û dabeşkirina rêveberiyên Bakurê Sûriyê ji ANHA`yê re axivî.

Naemer Axa da xuyakirin ku Federalî çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye û wiha got: ʺÇareserkirina aloziya Sûriyê ji projeya me ya rêveberiya xweser a herêmên me de dest pê kir, heta ku em gihiştin vê yekê piştî ev dûrbûn derket û ti çareserî li meydanê nehat dîtin, me dît federalîkirina Sûriyê girînge. Federalî çareseriya siyasî ya herî guncaw û riya tekane ya çareseriyê ye.ʺ

Derbarê armanca dabeşkirina rêveberiyên nû yên Bakurê Sûriyê Naemet Axa got: ʺArmanca vê dabeşkirina rêveberiyan rêxistinkirina baş a civakan e û rêgirtine li pêş bîroqrasiyeta îdarî di girtina biryaran de ye. Pêdiviya hin biryaran bi lezgîniyê heye da ku bi ziyanên herî kêm ji astengiyan derkevin.ʺ

Têkildarî pirsa, çawaniya rêvebirina herêm û kantonên nû di Bakurê Sûriyê de Naemet Axa ev tişt gotin.ʺRêvebiriya her herêmekê dê serbixwe be, dê taybetmendiyên erdnîgariya her herlmekî jî di ber çavan re bê girtin. lê ew tenê ji aliyê rêvebirinê ve serbixwe ye, ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve di bin sîwaneya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de yekbûyî ye.ʺ

Li ser çawaniya hilbijartinên Meclîsên Federaliya Bakurê Sûriyê jî Namet Axa da xuyakirin ku rêjeya beşdarbûna jinê bi zilam re dê ji %  50 be û wiha domand: ʺDi tevahî Meclîsan de dê ji % 60 ji endaman bi hilbijartinên yekser ji aliyê dengdaran ve bên hilnijartin, ji % 40 jî bi lihevkirinên di navbera pêkhateyan de dê pêk were, ev yek jî maf û nûnertiya tevahî tayîfe û netewên hindik misoger dike, her wiha rêjeya ji % 50 nûnertiya jinê misoger dike.ʺ

Axa destnîşan kir ku Meclîs ji bingehê ve bê hilbijartin û ber bi rêveberiyê ve biçe bi awayekî heremî û wiha got: ʺ Amadekarî tên kirin, hilbijartina komînan dê di meha bihê dedest pê bikin paşê hilbijartina bajarok, navçe û kantonan, di dawiyê de jî hilbijartina Meclîsa Gel di herêmê de û Kongreya Gelan a Demokratîk a Federaliyê dê destpê bikin, bi awayekî heremî ji bingehê ve heta bigihêjin rêveberiya bilind.ʺ

Naemet Axa diyar kir ku heger şêniyên Reqayê bixwazin, çêdibe ku Reqa jî wek herêma çarem tevlî Federaliya Bakurê Sûriyê bibe û wiha domand: ʺPiştî rizgarkirina Reqayê bi dawî bibe û ji aliyê şêniyên xwe ve were rêveberin, heger xwestin di bin sîwaneya projeya me de tevlê bibin û beşdar bin , dê daxwznameyekê ji Kongreya Gelan a Demokratî re rêkin, dê biryara guncaw li ser tevlêbûnê ji aliyê nûnerên gelan ên di Meclîsê de bê girtin û  dê ji bo destnîşankirina şêwazeke rêveberiyê bi lihevkirinê bi niştecihên wê û li ser taybetmandiya erdnîgariyê yê biryar bê girtin, da wek herêma çarem tevlî federaliyê bibe.ʺ

(rr)

ANHA