Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹDivê hevgirtineke konfedral di navbera Rojava û Başûr de ava bibeʹ

Dîmen

CÎHAD ROJ

SILÊMANÎ- Endamê Perlamantoya Herêma Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd diyar kir ku mezintirîn pirsgirêka gelê kurd, nebûna nerîneke hevbeş a di navbera hêzên Kurdistanî de ye. Mehmûd daxwaz kir ku hevgirtineke konfedralî di navbera Rojava û Herêma Başûrê Kurdistanê de were çêkirin û banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kir.

Endamê Perlamantoya Başûrê Kurdistanê li ser navê YNKʹê Salar Mehmûd têêkildarî civînên şêwirî yên derbarê lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji ANHAʹyê re axivî.

Salar Mehmûd diyar kir ku mezintirîn pirsgirêka ku gelê kurd jiyan dike, nebûna nerîneke hevbeş a di navbera hêzên Kurdistanî de ye û got ku di piratîkê de gelê kurd yeke û nerîna wî jî hevbeşe, lê berjewendiyên h êzên siyasî yên Kurdistanî gelê kurd jî parçe dike.

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de şert û mercên navdewletî yên niha bibîr xist û wiha dom kir: ʺÎro dema lidarxistina Kongreya Netewî bi beşdarbûna hemû hêzên Kurdistanî yên çar parçeyan hatiye. Derfet hatiye ku danûstendin di Rojhilata Navîn û Cîhanê de li ser doza kurd were çêkirin. Gelê kurd ne tenê li Kurdistanê jiyan dike, lê belê kurd li hemû welatên cîhanê jiyan dikin.  Ber bi hemû dewletan ve koçber bûne.ʺ

Endamê Parlamantoya Herêma Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd her wiha daxwaz kir ku hevgirtineke konfedralî di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojava de were çêkirin û wiha dom kir: ʺDivê sûd ji tecrubeya Rojava û Başûr were girtin û di çarçoveya hevgirtina Konfedralî di navbera Rojava û Başûr de bi piştgiriya hêzên cîhanî were çêkirin. Divê ev proje di Kongreya Netewî ya Kurdistanê de were nîqaşkirin. Mijara refirandom û serbixwebûnê jî divê bi erêkirina hemû aliyên Kurdistanê pêk were.ʺ

Memûd di berdewama axaftina xwe de bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku di mijara lidarxistina Kongreya Netewî bi rihhê netewî tevbigirin û wiha pê de çû: ʺBeriya her tiştî, divê karê lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk were. Ev divê bi rêbazên demokratîk bibe da ku bi nerîneke siyasî ya startejîk û hevebdş di navbera hemû aliyan de pêk were. Bi vê yekê jî mafê gelê Kurdistanê were bidestxistin û demokrasiyî li tevahiya Rojhilata Navîn jî pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de divê xebatên sivîl û demokratîk ên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî bi beşdarbûna hemû aliyên siyasî were zêdekirin. Divê hemû alî nakokiyên siyasî dînin aliyekî. Di vê demê de ya herî girîng rakirina nakokiyên siyasî ye. Divê hemû alî berjemwendinê netewî yên Kurdistanê di ser berjewendiyên partiyên xwe bigirin.ʺ

ʹEm li benda tu kesî namîninʹ

Mehmûd di dirêjiya axaftina xwe de jî da zanîn ku hêzên Kurdistanî di mijara lidarxistina Kongreya Netewî li benda tu aliyan namînin û ji PKDʹê û hemû aliyên din jî daxwaz kir ku tevlî xebatên Kongreya Netewî bibin.

Endamê Parlamantoya Herêma Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd di dawiya axaftina xwe de mijara refirandoma li Başûrê Kurdistanê bibîr xist û got ku pirojeya referandumê ne projeya partî yan kesekî ye, lê belê ev mijara mafê rewa yê gele û ev tişt naî ziman: ʺJi salên dirêj ve gelê me li çar parçeyên Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê tekoşînê dike.ʺ

(dc)

ANHA