Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹDivê şaştiyên berê neyên dubarekirin û ji dengeyên nû sûd were girtinʹ

Dîmen

ZANA SÎDÎ

KOBANÊ – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bang li aliyên Kurd kir ku yekrêziya xwe ava bikin û sûdê ji guhertinên ku li Rojhilata Navîn pêk tên bigrin. Mislim got: ʹ Ne dîrok ne jî gelê Kurdistanê wê rehmê li aliyên ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî bibin asteng neke.ʹ

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê pêwîstiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanî di demeke ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin pêk tên de, bersiv da pirsên ANHAʹyê.

* Di nêrîna we de hevpemanên nû yên ku dê nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve xêz bikin, dê li ser çi esasî bin?

Di rastiyê de şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn destpêka avakirina hêzên nû li Rojhilata Navîn bû. Di wê demê de hemû hêz li Rojhilata Navîn û li herêmên din gihiştin armancên xwe. Em weke Kurd di wê demê, ji şerên wiha re ne amade bûn. Ji ber vê yekê hemû hêzan xwestin ku Kurdan ji xwe re bikin kole û ji holê rakin. Ev yek jî li ser gelê Kurd karesetek bû.

Em niha dikarin bêjin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li herêmê pêk tê û Sûriye jî navenda vî şerî ye. Lê Kurd niha ne Kurdên berê ne. Em îro xwedî hêzeke leşkerî û siyasî ne û ji hemû aliyan ve birêxistinkirî ne. Pêwîst e em weke Kurd ji bo ku bigihêjin armancên xwe, têkoşînê bikin û bêçare nemînin.

Di vê şerê cîhanê yê sêyemîn de em dikarin bêjin Kurdên ku xwe ji fikrên kevneperest ên ku hiştin ew di serdemên borî de koleyên kesên din bin xilas kirin, xwedî biryar bin. Her wiha ew ê ji tevahiya welatên ku daxwaza azadî û demokrasiyê dikin re bibin mînak. Çavê tevahiya gelên Rojhilata Navîn niha li ser berxwedana Kurdan e. Serkeftina Kurdan tê wateya serkeftina wan gelan bi tevahî.

Em bi hêvî ne ku ew berxwedana ku me di salên borî de kiriye gaveke ber bi çareserkirina tevahiya pirsgirêkên gelên bindest be.

* Di şerê cîhanê yê yekemîn de ji bo ku Birîtaniya nehêle Tirkiye Mûsilê dagir bike, ew bi Kurdan tehdît kir. Ji ber vê yekê jî Kurdistan hat dorpêçkirin, îro heman seneryo li Heleb û herêmên Şehbayê pêk tê. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Tê bîra min di sala 1920ʹan de ʹMîsaqa Millîʹ ji aliyê parlementoya Tirkiyê ve hat îlankirin. Di vê mîsaqê de biryar bû ku Tirkiye Heleb û Mûsilê tevlî xwe bike. Armanc ji vê yekê jî tinekirina gelê Kurd bû. Beriya vê yekê jî hikûmeta Atatûrk gelek caran hewl da ku Kurdan razî bike û bi wan re li ser vê mîsaqê li hev bike. Di vê mîsaqê de hatibûn gotin ku gelên Kurd û Tirk esasî yên Tirkiyê ne. Lê hikûmeta Tirkiyê piştre ev xal paşguh kir. Hikûmetê wê demê gelê Tirk di ser gelê Kurd re hesiband û li dijî Kurdan kiryarên tinekirin, kuştin, koçberkirin û talankirinê pêk anîn. Em jî vê yekê weke xiyaneta herî mezin dibînin.

Piştî derxistina wê mîsaqê ji bo gelê Kurd were tinekirin bi dehan hevpeyman hatin çêkirin. Lê belê gelê Kurd li hemberî êrîşên ku li dijî wî pêk hatin, li ber xwe da. Şewata Dêrsimê û komkujiya Agiriyê û ji bilî wan bi dehan komkujiyên din ên ku li dijî Kurdan pêk anîn tên bîra me. Lê belê berxwedana gelê Kurd û têkoşîna wî îsrara wî ya li ser pêkanîna armancên xwe, hemû hewldanên hikûmeta Tirkiyê û hevalbendên wê têk birin.

Hikûmeta Tirkiyê bi riya ketina herêmên Şehbayê dixwaze ku beşek ji Mîsaqa Millî pêk bîne. Ev beş jî xizmeta berjewendiyên Tirkiyê yên dagirkirina axa Sûriyê û Îraqê dike. Li aliyekî din ew beşê din ê mîsaqê ku xizmeta berjewendiyên gelên Kurd û Tirk dike, paşguh dike.

Em dibêjin ku em amade ne ku bi gelê Tirk re bijîn, lê belê hikûmeta AKPʹê ya Tirkiyê hemû deriyên jiyana hevbeş girtin û dest bi derxisitina fitneyê di navbera herdu gelên Kurd û Tirk de kir.

Di van guhertinên ku rojane li herêmê pêk tên de, Kurd faktorekî bingehîn e. Gelê Kurd ne tenê ji bo xwe û tevahiya pêkhateyên din têkoşînê dike. Di van 5 salên ku derbas bûn de, gelê Kurd xwe îsbat kir ku ew xwedî hêzeke siyasî û leşkerî ya xurt e.

* Di demeke ku hemû hevpeymanên berê têk diçin de, divê Kurd çi bikin ku hemû hevpeymanên nû li gorî berjewendiyên wan bin?

Di wan hevpeymanên ku berê pêk hatin de, her dem Tirk, Ereb û Faris rola Wekaleta Kurdan dilîstin û nedihiştin ku ew bi xwe di wan hevpeymanan de beşdar bibin. Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq li ser tinekirina Kurdan li hev kiribûn.

Em dikarin bêjin ku Bexdayê berê hemû hevpeymanên armanca wan tinekirina gelê Kurd bû, qebûl dikirin lê belê ew niha bi hebûna Kurdan îtraf dike. Bexdad ji hevbendiya hikûmetên Sûriyê, Îran û Tirkyê derket. Divê em baştir bixebitin da ku Tehran, Şam û Enqere jî bi rastiya Kurdan nas bikin. Bi vê yekê em ê  karibin hemû hevpeymanên ku ji bo tinekirina Kurdan hatin çêkirin, têk bibin.

Hin aliyên siyasî yên Kurd ku dixwazin ku di navbera Kurdan û hikûmetên ku me navên wan rêz kirin de tevlîheviyê derxînin. Ev tiştekî şaş e. Divê Kurd ji tecrubeyên xwe yên berê sûd werbigrin. Em ne dijminê tu kesî ne. Projeya Federaliyê jî ji bo ku hemû gelên Bakurê Sûriyê di nava azadî, demokrasî û wekheviyê de bijîn hat pêşinyarkirin.

* Di nêrîna we de, çima hin alî naxwazin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanî were lidarxistin?

Ji ber ku aliyên Kurd yekîtiya xwe ava nekirin û Kongreya xwe ya netewî lidar nexistin, wan bedelek giran dan. Dijimên wan jî sûd ji şaştiyên wan girtin. Ji bo wê jî li dijî Kurdan bi dehan komkujiyên weke Şengal, Enfal û Helebçeyê pêk hatin.

Ji ber vê yekê ez dibêjin ku pir girîng e hemû hêzên Kurdî yên siyasî kordîneyê di navbera xwe de çêbikin û Kongreya xwe ya Netewî lidar bixin. Em dibêjin ku aliyê ku îro li dijî lidarxistina Kongreya Netewî be, ew dijminê yekemîn ê gelê Kurd e. Divê ev alî zanibin ku îro ew li pêşberî berpirsyariyeke dîrokî ne û eger di helwesta xwe ya dijberiya kongreyê de bi îsrar bin, ne dîrok û ne gelê Kurdistanê dê rehmê li wan bikin.

Ez di dawiyê de dibêjim şerê ku niha tê meşandin ji bo Kurdan şerê hebûn û tinebûnê ye. Eger me li gorî tişta ku tê xwestin xebat da meşandin, em ê bi ser bikevin. Lê eger em vê yekê nekin, dîsa weke berê em ê berdêlên giran bidin.

(dm)

ANHA