Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêx Alî: Ev yek çareseriya siyasî asteng dike

NARÎN EMÎN – NÛRA ELÎ

EFRÎN – Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Demokratîk li Sûriyê diyar kir ku dûrxistina nûnerên gelên Bakurê Sûriyê ji danûstandinên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, çareseriyê asteng dike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Demokratîk li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî rewşa dawî ya Sûriyê nirxand û bal kişand ser danûstanên ku ji bo çarserkirina aloziya herêmê têne lidarxistin.

Şêx Alî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dûrxistina gelên herêmê ji danûstandinan ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, dihêle ku tu çareserî neyê peydakirin û şerê li herêmê bidome. Şêx Alî wiha domand, ʺDerbarê çareserkirina aloziyê de hê tu danûstandinên cidî nehatine lidarxistin û civînên wekî Cinêv û Astanayê aramiya li herêmê misoger nakin.ʺ

Tê payîn ku dê 29-30ʹyê Çile de li bajarê Sochi yê Rûsya kongreyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê were lidarxistin û ji aliyê Rûsya ve were rêvebirin. Li gorî daxuyaniyên lîderên Rûs, nûnerên gelên Bakurê Sûriyê ji bo beşdariya kongreyê nehatine vexwendin.

Derbarê vê mijarê de Şêx Alî wiha axivî, ʺBi rastî şandeyên ku li ser navê gelê Sûriyê beşdarî civînên Riyad û Cinêvê bûn, tenê nûnertiya xwe dikin û ne nûnerên rewa ên gelê Sûriyê ne.ʺ

Şêx Alî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dûrxistina nûnerên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê Bakurê Sûriyê ji danûstanên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, çareseriyê asteng dike û wiha got, ʺTirkiye hewl dide ku Kurdên Bakurê Sûriyê ji danûstandinan, dûr bixe. Lê tevahî cîhan dizane ku Kurd li Bakurê Sûriyê xwedî dîrokeke kevnarin û hebûna wan li herêmê ne demkî ye.ʺ

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Demokratîk li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo kongre û danûstanên ji bo çareserkirina aloziyê têne lidarxistin bi encam bin, divê nûnerên gelên Bakurê Sûriyê (nûnerên gelê Kurd jî di nav de) têde beşdar bibin.

(mm)

ANHA