Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹEm bi şêniyên Dêrazorê re nîqaş dikinʹ

AZAD SEFO – SILAVA IBRAHÎM

HESEKÊ – Serokê Komîteya Amadekar a Damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrizorê da zanîn ku armanca civîna wan ewe ku komîteyeke taybet a lidarxistina civînan ji welatiyên herêmên rizgarkirî yên Dêrzorê re ava bikin û got ku dê Kongreya Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Dêrizorê dê di 20`ê îlonê de pêk were.

Bi destpêkirina hemleya Bagera Cizîrê ku QSD`ê di 9`ê îlonê de ji bo rizgarkirina gundên zorê re da destpêkirin,  Komîteya Amadekar a Damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrzorê şeva derbasbûyî civînek ji rûspî û rewşenbîrên herêmê re lidar xistin. Armanca civînê avakirina komîteya lidarxistina civînan ji welatiyên herêmên rizgarkirî re bû.

Serokê Komîteya Amadekar a Kongra Damezrêner a Meclîsa Sivîl a Dêrzorê Xesan Yûsif têkildarî xebatên hatine meşandin wiha got: “Me bi hevkariya MSD`ê banga li hemû aliyên ku li herêmên rizgarkirî yên Dêrzorê jiyan dikin ku ku beşdarî civînê bibin. Armanca me ji vê yekê komîteya lidarxistina civînan ji welatiyên herêmên rizgarkirî ên Dêrzorê ku beşdarî Kongra Dêrzorê ya Sivîl ku wê 20`ê îlonê pêk were, bibin.”

Yûsif destnîşan kir ku nîqaşên di civînê de çêbûn li ser awayê çawaniya nîqaşan da ku hemû welatiyên herêmê beşdar bibin û wiha dom kir: ʺPiştî lidarxistina civînên bi welatiyên herêmên rizgarkirî û guhdarkirina nerîn û pişniyarên wan, armanca me avakirina Meclîsa Sivîl ya Dêrzorê di Kongra ku wê di 20`ê îlonê de pêk were.ʺ

Yusif her wiha destnîşan kir ku di civînê de komîteyek ji 9 endaman hate avakirin, karê wê lidarxistina civînan ji welatiyên herêmên rizgarkirî yên Dêrzorê ku beşdarî Kongra Meclîsa Sivîl a Dêrzorê bibin re ye.

Li ser armancên Siyasî ji bo avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrzorê Yusif wiha got: “Armanca sereke ji avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrzorê re ewe ku îradeyeke xweser li herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin û alîkariyê pêşkêşî welatiyan bikin. Wê meclîs kampan ji koçberên Dêrzorê re ava bike, ji ber ku pêla koçberiyê rojane zêdetir dibe, koçber berê xwe didin Kampa Mebrûka ya Serêkaniyê û kampa navçeya Şedadê yên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê.ʺ

(jo)

ANHA