Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹEm deyndarên welat inʹ

EFRÎN – Bi sedan welatiyên herêma Cindirêsê û gundên wê sersaxî ji malbata şehîd Ocalan Mihemed (Welat Bîrhat) ê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû re xwestin. Biryarê şehîd di mersîmê de axivî û gotina bavê xwe ya ʺEm deyndarên welat inʺ bibîr anîn.EFR-CINDIRESE-MARASIMA-SEHID-WELAT-BIRHAT1 ‫(1)‬

Di merasîma sersaxiyê ku li gundê Kefir Sefrê de pêk hat, şervanên YPG`ê û YPJ`ê, Hêzên Asayîşê, HPC`ê û bi sedan welatiyên herêma Cindirêsê  amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê endamê fermandariya YPGʹê yê herêma Cindirêsê Manî Manî Egîd, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ehmed Ebdo û hevserokê komîna şehîd Ciwan a gundê Kefir Sefrê Hesen Mihemed axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û girîngiya pêkanîna armancên şehîdan hate bibîrxistin û hate gotin ku bi saya şehîdan ewqas deskeftî hatine bidestxistin.

Di berdewama merasîmê de birayê tekoşer Hisên Mihemed axivî û got ku bavê wî her demdigot ʺEm deyndarên welat inʺ û wiha dom kir: ʺMe ji bavê xwe fam ne dikir. Lê bi rastî em deyndarên welat in û divê em tekoşîna xwe ya ji bo azadiya welat bidomînin.ʺ

Merasîm bi dirûşemyan bi dawî bû.

(jo)

ANHA