Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹEm ê bibin mertalên û gelê xwe biparêzinʹ

KOBANÊ- Bi boneya 29`mîn salvegera Komkujiya Helepçeyê Însyatîfa Ciwanên Xwendekar daxuyaniyek ji raya giştî re da. Ciwanan gotin ku ew ê bibin mertalên zindî û gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.

Însyatîfa Ciwanên xwendekar a Kantona Kobanê bi boneya salvegera 29ʹan a komkujiya Helpçeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber dibistana Şehîd Hogir û bi tevlî bûna dehan xwendekarên dibistanê hate dayîn.Daxuyanî ji aliyê Dilşêr Mislim ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:

ʺDi dîrokê de civaka kurd bi dehan qetilaman re rûbirû ne, weke qetlîamên  Dêrisim ,Gever,Geliyê Zîlan, Agirî û Muhabat bi dehan qetlîam li ser wan hatine meşandin  dijiminên desthilatdar û xwîn mij bi wa qetlîama têr nebû û bi madeyên kîmyawî êrîşî bajarê Helpçayê kirin.

Di komkujiyê de bi hezaran dayîk, zarok, kal û pîr di nav de 5 hezar welatî hatin qetilkirin, her wiha 7 hezar welatî birîndar bûn. Tê zanîn ku piştî qetlîama Helpçayê dîsa tê re nebûn û hovitiya xwe dewam kirin. Sînemeya Amûdê, serhildana Qamşlo, Geliyê Teyarê, gundê Roboskî, Cizîra Botan, Sur û Nisêbnê jî komkujî pêk anîn û careke din bi dehan mirov qetil kirin. Komkujiyê wan heya roja me ya îro jî didome, hêzên dagir ker bi destên îxanetê  hundurîn dixwezin pîlan û pirojeya xwe ya ku îradeya gelê kurd hedef digirin pêk tîne. Destkeftiyên gelê kurd û pêkhateyên din ên herêmê hedef digirin.

Em weke Insyatîfa  Ciwanên Xwendekar yên Kantona Kobanê êrîşa û komkujiyan şermezar û lanet dikin, her wiha êrîşa ku li ser gelê me têne meşandin şermezar dikin û em dibêjin ku emê hemberî wan bibin mertalên zindî. Em ê gelê xwe biparêzin.ʺ

Ciwanan bi diruşmeyên ʺbimre îxanet, bimre koletî  û na ji dagirkeriyê re ,berxwedanê jiyan şehîd namirinʺ dawî li daxauyanê anîn.

(dc)

ANHA