Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹENKSʹê ji ber siyasetên dijber tevlî hevdîtinên şêwirî nebûʹ

Dîmen

CÎHAD ROJ

SILÊMANÎ- Rêveber û serokên hin partiyên kurdî yên Rojava ne beşdarbûna ENKSʹê  ya di hevdîtina Şêwirî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de rexne kirin û gotin ku ne tevlîbûna wan bi siyasetên ku li dijî gelê kurd têne meşandin ve girêdayî ye.

EBDILKERIM-SIKO

Têkildarî mijarê Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko ji ANHAʹyê re got ku komîteyek ji KNKʹê serdana ENKSʹê kirin û mijara hevdîtina şêwirî bi wan re nîqaş kirine û wiha dom kir: ʺEndamên ENKSʹê nikarin berpirsyariya van rojên zehmet bigirin. Ji ber vê yekê daxuyaniyek dan û gotin ku ew beşdarî civînên şêwirî yên Kongreya Netewî nabin.ʺ

Siko, da zanîn ku derî ji ENKS û PDKʹê re jî vekiriye ku beşdarî hevdîtinên ku wê di qonaxên din de ji bo lidarxistina Kongreya Netewî bêne lidarxistin bibin û wiha dawî li axafitna xwe anî: ʺHevdîtinên Şêwirî gava yekeme ku li ser riya lidarxistina Kongreya Netewî tê avêtin.ʺ

MIHEMED-EBAS

Sekreterê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jî li ser mijarê got ku ENKS û PDK-Îraq ji ber siyasetên derve û bi taybet siyaseta dewleta Tirk a dijberiya gelê kurd dike, beşdarî hevdîtinên şêwirî nebûn.

Mihemed Ebas da diyarkirin ku PDK-Îraq ji ne beşdarbûna ENKSʹê berpirsyare û ev tişt anî ziman: ʺENKSʹê girêdayî PDKʹê ye û li gorî fermana wê tevdigere.ʺ

NUREDIN-EBDULA

Berpirsê Têkiliyên Dîplomasî yê Tevgera Nûkirinê ya Kurdistanê Nûrdîn Ebulah destnîşan kir ku ENKSʹê di çarçoveya pêkanîna siyasetên Koalîsyona Opozisyona Sûriyê û dewleta Tirk beşdarî hevdîtinên Şêwirî nebû.

(dc)

ANHA