Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹHemleya Reqa ji bo tolhildana jinên Êzîdî hatiye lidarxistinʹ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî sêyemîn salvegera Komkujiya Şengalê got Cenga Mezin ku ji bo rizgarkirina Reqa tê lidarxistin ji bo tolhildana ji Şengalê re ye û destnîşan kur Reqaya ku DAIŞʹê kiribû sûka firtotina jinên Ciwan ên Şengalê dê bibe goristana çeteyan.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî salvegera sêyemîn a Komkujiya Şendalê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hêzên navdewletî kir ku piştgiriya rêveberiya siyasî ya Melcîsa Şengalê bikin, her wiha mafê gelê êzdî di aliyê siyasî, rêveberî û çandî de misoger bikin. Meclîsa Rêveber her wiha da zanîn ku pêwîste siyaseta kurdî bi gitşî erka xwe ya dîrokî pêk bîne da ku Yekîtiya Netewî pêk were.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê wihaye:

ʺDi salvegera sêyemîn a komkujiya Şengalê de em vê sûca li dijî gelê kurd ê êzîdî pêk hat bi tundî şermezar dikin. Ev komkujiya ku di encamê de bi hezaran jinên kurd, zarok û kalepîr bûne qurbanî û hîn jî xwîna birînê diherike ne tenê li dijî Şengalê pêk hatiye, lê belê li dijî koka resen a gelê kurd ku Şengalê nûnertiya wê dike, pêk hatiye.

Vê komkujiyê ji me re isbat kiriye ku gelê ne xwedî hêz be wê mehkûmê mirinê û qetilkirinê be.

Hêjaye em bibîr bixin ku sedemên ku hiştin DAIŞʹê bi hêsanî êrîşî gelê herêmê bike û insanên wêqetil bike ew ku hêza parstina herêmê nîn bû. Şengal bûye qurbaniya parçebûnên siyasî ku berê û hîn jî di nava tevgera siyasî ya kurd haye, heger hevkarî di nava hêzên Kurdistanî de wê demê hebaya dikarîbûn wê demê rê ji komkujiyê re ne hata dayîn.

Ji ber vê yekê ev komkujî li ser tevgerên siyasî yên kurd feriz dike ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin da ku Yekîtiy Netewî pêk were da ku careke din rê ji dijminên gelê kurd neyê vekirin ku komkujiyên nû pêk bînin. Her wiha li ser wan feriz dibe ku berxwedan û tekoşînê bikin da ku mafê gelê kurd ê êzîdî misoger bikin ku bi xwe rêveberiya xwe bê tu destwerdanên derve bikin. Ev gelê kurd gelek qurbanî dan û niha dem hatiye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.

Dem hatiye ku kar were kirin a ku mafê gelê  me yê kurdên êzîdî  li her derê lê jiyan dikin weremisogerkirin.

Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên navdewletî dikin  ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Siyasî ya Meclîsa Şengalê da ku mafê vî gelê kevnar di aliyê siyasî, rêveberî û çandî de were misgerkirin. Di hman demê em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku bi hev re ji bo ji nû ve avakirina herêmê û vegera welatiyên koçber bûne kar biki.

Bi salvegera komkujiya Şengalê ve girêdayî, ji bo bîranîna Şehîdan û tolhildana bi hezaran jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞʹê ve hatin revandin îro Cenga Mezin ji bo rizgarkirina Reqa tê lidarxistin. Reqaya ku DAIŞʹê kiribû sûka firtotina jinên Ciwan ên Şengalê dê bi keda qehremanan bibe goristana çeteyan.

(dc)

ANHA