Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹHuner piran di navbera gelan de ava dikeʹ

Dîmen

ŞÎNDA EKREM

QAMIŞLO– Desteyên Çandî yên Rêveberiya Xweser bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava re, bi dirûşmeya ″Huner piran di navbera gelan de ava dike″ amadekariyên lidarxistina Hevdîtina Rojava ya Hunera Şêwekariyê, dike.QAMISLO-KONGIRA-CEPEMENIYE-JI-BO-SIPOZIYOM4

Hevdîtina Hunera Şêwekariyê ya Rojava dê di 12‘ê gulanê de bi beşdarbûna 15 şêwekar û peykersazên Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê û derve,  bê lidarxistin. Tê texmînkirin ku dê li Kantona Kobanê were vekirin.

Hevdîtina Hunera Şêwekariyê ya Rojava çalakiyeke çandî ye, taybet bi hunera şêwekarî, peykersazî ji ekîpa karên girêdayî dayîna semîneran pêk tê. Dê 15 şêwekar û peykersaz ji Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê û deve, ji her beşekê dê 3 şêwekar bi berhemên xwe beşarî pêşengahê bibin, her wih dê semînerên hunerê bêne dayîn.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava û endamê Komîteya Amadekar Munîr Şêxê diyar kir ku Smpozyom an jî semîner ji sponseriya Desteya Çandê ya Koordînasyona Rojava û Yekîtya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bêne dayîn.

Armanc ji çalakiyê ew e ku hunera xweşik were pêşxisitn û têkiliyên di navbera hemû şêwekaran xurt bibe.

Komîteya amadekar a çalakiyê, ji 9 şêwekaran ji her sê kantonên Rojava “Cizîrê, Efrîn û Kobanê” pêk tê. Ev komîte berpirsyartiya hemû xebatên çalakiyê ye ji diyarkirina navên şêwekaran û berhemên wan, dayîna semîneran, belavok, al û çap, wergirtin û radestkirina karên beşaran û birêveberina çalakiyê ji destpêkê hetanî bi dawîbûnê.

Tê payîn ku dê komîteyeke tehkîm ji 3 şêwekaran ji bo nirxandina berhemên şêwekaran û diyarkirina karê herî baş û belavkirina xelatan werin destnîşankirin. Xelatên ku dê were dayîn jî pere an jî semboleke manewî dê di 18‘ê gulanê de Roja Şehîdan ji bo bîranîna Şêwekar Kemal Pîr pêk were.

Xelatên ku dê werin dayîn jî bi vê rengî ne:QAMISLO-KONGIRA-CEPEMENIYE-JI-BO-SIPOZIYOM

-Xelata Yekemîn 500 hezar Lîreyên Sûriyê

-Xelata Duyemîn 350 hezar Lîreyên Sûriyê

-Xelata Sêyemîn 250 Lîreyên Sûriyê

Tê payîn ku dê Hêvdîtina Rojava di 12‘ê gulanê de heta 16 heman mehê li Kobanê dest pê bike, paşê jî di 19‘ê mehê de li Qamişlo deset pê bike û dê heta 29‘ê gulanê bidome. Di vê çarçoveyê de, dê di çend rojên dawî yên hevdîtinê de semîner li ser hunera şêwekariyê, li Kurdistanê, zanista esteketîk “Xweşikbûn” û kirîtika hunera şêwekariyê bêne dayîn. Wekî din jî dê hezar kopî belavok derbarê bernameyên çalakiyên û pêşenghê de werin çapkirin.

Lîste jî bi vê rengî ne:

-Lîsteya pêşengeh: Navê şêwekar, wêne, sîviya wê, wêneya berhema wê, pênaseya karê wî yê hunerî, navê karê wê yê hunerî, tekînka karê wê yê hunerî li beramberî sala borî, êmêla şêwekar û zimanê ku dê bi riya wê dosya werin şandin, kurdî an erebî.

Li gorî komîteyê, her dosyayeke ku agahiyên borî tê de nebin, nayê qebûl kirin.

Komîteyê ji bo qebûlkirina beşdarbûna hevdîtinê, hin şert diayrkirine, şert jî ew ev in:QAMISLO-KONGIRA-CEPEMENIYE-JI-BO-SIPOZIYOM1

1-Berhemê ku dê beşdarî pêşengehê bibe, gereke ji bo pêşengehê amade be, berhemên ku ji derveyî  Rojava wekî dosya nayê qebûlkirin, eger pêwîstiya wê nebe.

2-Xebatên ku dê beşdarî hevdîtinê bibin divê di navbera salên 2016 û 2017 hatibe amadekarin û berê nihatibe pêşkêşkirin.

3-Ji mafê şêwekar e ku mijar, fikir û pîvanê kar diyar bike.

4-Pêwîste her şêwekareke, berhemeke xwe tenê pêşkêş bibe.

5-Eger berhem were firotin dê şêwekar nirxê wê bigire.

6-Hemû berhem di dawiya pêşengehê de li xwediyê wê vedigre.

7-Berhemê şêwekar bi riya belgeyeke fermî li wê tê vegerandin.

8-Ji mafê şêwekarê ji dervî Rojava be û beşarî hevdîtinê bûye ku berhemeke din di pêşengehê de pêşkêş bike.

9-Berhemên ku çalakiyê de hatine pêşkêşkirin,  dê beşdarî çalakiyê bibe

10-Hunera ku beşdarî kombûnê bibe dê wekî beşdariyên din hemû agahiyên xwe destnîşan bikin.

11-Aliyê ku li ser disekine dê hemû mesref û pêdiviyên mêvanan ji kerta seferê, cihê, cûn, hatin û xwarina mêvanan pêk bîne.

12-Karê hunerê yên serbikevin dê bibin berhemên aliyê ku li ser xebat û çalakiyê disekine, hunermend jî dê nirxê karê xwe bigre.

13-Roja 15 nîsanê dema dawî ya wergiritina berheman e.

14- Roja 5ʹê Gulanê dema dawî ya wergirtina berhemên ku dê beşdarî .

Navnîşana ku dê beşdarî agahiyên xwe bişînin ev in:

Qamişlo-Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê-Taxa Siyasî, Navenda Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

Tel: 425134

(bb/dc)

ANHA