Têkilî | Derheqê me de

ʹJinên êzîdî ji hemû jinên Îraqê re bûne mînakʹ

Dîmen

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Zehra Silêman diyar kir ku jinên êzîdî di nava hewldanan de ye ku xebatên xwe yên dîplomasî pêş bixe û xwe bighîne hemû aliyên cîhanî û herêmî. Zehra her wiha destnîşan kir ku jinên êzdî û tevî hemû êş û zehmetiyên hatine jiyankirin, di aliyê rêxistina leşkerî, civakî û siyasî de ji jinên Îraq û Kurdistanê re bûne mînaka.

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Zehrar Silêman têkildarî xebat û çalakiyên dîplomasî û siyasî yên jinên Êzîdî ku piştî Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û desteyên wê hatin hatin ragîhandin bersiva pirsên ANHAʹyê dan.

Hevpyevîn wiha bû:

* Di vê dema geşedan bi lez pêk tên, hûn dikarin girîngiya xebatên xwerêxistinkirinê ku jinên êzîdî dane destpêkirin û girêdana wê bi demê re binirxînin?

Raste, di destpêkê de em ji we re diyar bikin ku çima jinên êzîdî li Şengalê dît ku divê xwe rêxistin bike û sedemên xwerêxistinkirinê di vê demê de.   Her kes dizane ku di 3ʹê Tebaxa 2014ʹan de komkujiya herî hovane pêk hat. Ên herî zêde êşa vê fermanê dîtin jinên êzîdî yên Şengalê bû. Hatin kuştin, rastî destdirêjiyê hatin û li sûkan wekî kole hatin firotin. Yanî bi destê çeteyên DAIŞʹê sûcê li dijî mirovahiyê li ser wan hate meşandin. Ev felaketa bi serê jinên êzîdî ve hat wekî peyamek bû, me wkeî gelek jinên din ên Îraqê û welatên din ne kir û em ji rastiya pêk hat ne reviyan, em hilneweşiyan û tune nebûn, lê belê em ji jiyana bi xwîn rizgar dibin. Me sembola berxwedanê hilda û me xwe birêxistin kir da ku em li dijî vê felaketê û bandora wê rawestin. Bi îradeya xwe ya xurt em îro bûn xwedî hêzeke leşkerî, siyasî û civakî.

*Hûn dikarin hinekî behsa xebatên rêxistinî ku piştî komkujiyê we pêk anîne bikin?

Em wekî jinên êzîdî me li ber xwe da, em li dijî rewşên herî zehmet û dijwar ku di çiyayê Şengalê de hate jiyankirin me berxwedan kir. Me xwe wekî hêz birêxistin kir, komîteyên cewherî li her derê hatin avakirin. Ev yek bi piştgiriya jinên şerker di YPJ û YPJ-STRA pêk hat.Piştî re jî û dema Meclîsa Damezirîner a Şengalê di 15ʹê çileya 2015ʹan de hate ragîhandin, raste beşdarbûna jinan hinekî di nav de kêm bû, lê bi bandor bû. Piştî ku ezmûn pêk hat û pêkanîna ezmûnê di aliyê meydanî ya ji bo xizmeta civakê Jinên Êzîdî avakirina Melcîsa Jinên Şengalê ya taybet ku ji 35 jinan pêk tê ragîhandin.

Jinan hebûna xwe di hemû aliyên jiyana Şengalê de isbat kirin. Hebûna wê di komîteyên ragîhandin, çand, xizmetgozarî, aborî, parstin û herwekî din jî hebû. Piştî ku tecrubeyên me di aliyê rêveberiyê de çêbû, me amadekariya lidarxistina kongreya taybet a jinên êzîdî kir. Di kongreyê de Meclîsa bû Tevger û li wir Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) di 25ʹê êlûna 2016ʹan de hate ragîhandin. Em ji vir dikarin bibêjin ku îro jinên êzîdî li Şengalê bûye xwedî tevger û komîteyên taybet ku di hemû aliyê jiyanê de hebûna xwe di nava Rêveberiya Xweser a Şengalê de isbat dike. Jin êdî xwedî projeyên siyasî, dîplomasî û aborî ye, her wiha bi xebatên rêxistinî û perwedeyê re jî mijûl dibe.

*Hûn dikarin xebatên dîplomasî yên jinên êzîdî ji me re vebêjin, pêşketin hene yan na?

Jinên Êzîdî îro hewl dide ku xwe bighîne hemû rêxistin, tevgerên jinan ên hindir û derve. Dîplomasiya jinan vê pêkanînê dixwaze. Ji ber ku êrşeke dirêj û mezin a derbarê mijara dîlên jin û bi hezaran zarokên me ku jiyan diîtine heye, hîn bi hezaran jinên me yên êzîdî di destê DAIŞʹê dene, gelek jin û zarokên ku zirar dîtine hene, pêwîstiya van bi alîkariyên ji hemû aliyan ve heye. Ev hemû mijarên ku ji me dixwazin ku em dengê xwe yê rastiyê bighînin hemû cîhanê, da ku em mafê xwe û piştigirya jinan ji cîhanê re peyda bikin, da ku em nerîneke hevbeş a derbarê jinên êzîdî re pêk bînin.

Di aliyê pêşketinan de jî em wekî tevgereke jinan nerîna me ya di aliyê cîhanê de heye, ji ber vê yekê gelek gavên me di vî alî de heye. Tevgera Jinên Êzîdî gelek gavên dîplomasî li Îraq, Rûsiya, Elmaniya û li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê pêk anîne. Jinên êzîdî li Elmaniya şaxekî tevgera me vekirin, li wir gelek hevdîtin bi tevgerên siyasî yên jiynan re pêk hatin. Em dinava hewldanan de ne ku em helwesta xwe bi hêztir bikin da ku em xwe bi hemû aliyan bidin nasîn, em nerînan bi wan re parve bikin.

Di dawiyê de jî tişta ez dixwazim bêjim ewe ku jinên êzîdî bûne mîna rêxistinkirina siyasî, leşkerî û civakî li Îraqê. Ev yek divê bibe cihê serbilindayê ji hemû Îraqê re. Divê di hemû aliyan de piştgiriya Şengalê were kirin û bi taybet ji aliyê jinên Îraqê ve da ku karibe gavên xwe bidomînin û di mijara azadiya jinan de gavên daha mezintir bavêjin.

(dc)

ANHA