Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹKongreya jinan pêngaveke sereke ya hevgirtina keda jinê ye`

Dîmen

NEJBÎR OSMAN – MEDYA HENAN

MINBIC – Nivîskar û helbestvana Sûrî  Rola Hesen da zanîn ku lidarxistina Kongreya Damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê pêngaveke sereke ji bo hevgirtina keda jinan e û dê jin wiha mafê xwe bistîne.

Nivîsakar û Helbestvana Sûrî ya bi navê Rola Hesen derbarê lidarxistina Kongreya Damezirîner a Jinên Sûriyê ji ANHAʹyê re axivî û got ku keda ku hate dayîn ji bo lidarxistina vê Kongreya ku bi armanca yekbûna hemû jinên Sûriyê hatiye lidarxistin gelekî binirxe.

Rola destnîşan kir ku lidarxistina Kongreyê, pêngaveke sereke ji bo yekbûna keda jinan a ji bo bidestxistina mafê xwe di nava civakê de û û taybet di vê dema hesas ku bajarên Sûriyê tê re derbas dibe û wiha dom kir: “Heta ku em bighêjin civakekî rêxistinkirî, divê ku jin xwe zana û bi rêxistinbike, em li jina ciwan a ku ji şer derketibe, ji bo wê jî divê ku jin baweriya xwe bi xwe hebe. Da bi zanebûna jinan civakekî nû bi destê jinê pêk were.ʺ

Rola Hesen di dawiya axeftina xwe de bang li hemû jinên dervayî Sûriyê kir ku beşdarî xebatên Meclîsa Jinên Sûriyê bibin û mafê xwe bi dest bixin.ʺ

(jo)

ANHA