Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹPDKʹê mijara serxwebûnê bi kar tîneʹ

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêrê Siyasî Gerzan Ebdulrehman Boy diyar kir ku PDK‘ê mijara serxwebûna herêmê wekî kerta xwe ya serkeftî ji bo hemû pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê pêk tîne û got ku PDK′ê bi tenê ji firotina petrolê ya ji Tirkiyê re, sûd werdigire.

Çavdêrê siyasî û Lêkolînerê Karûbarên Tirkiyê Gerzan Ebdulrehman Boy li ser rewşa Başûrê KUrdistanê û siyasetên PDKʹê, her wiha hevkariya wan a bi Tirkiyê re ji ANHA‘yê re axivî û got: “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi destekdayîna parêzerê Kerkûkê yê ji YNK‘ê ye li piş perdeyan dilîze û karîbû parçebûnekê di navbera endamên buroya siyastî ya yekîtiyê de çêbike.ʺ

Gerzan Ebdulrehman Boy li ser kirîza Başûrê Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku sedemên aktîfkirina vê aloziyê partî ne û wiha pêde çû: “Mijara kirîza li herêma Kurdistanê aktîfkiriye, eger em ji hêla siyasî de şîrove bikin, em ê nas bikin ku tu pirsgirêkên aborî nîn in. Lê belê pirsgirêk têne derxistin, ev yek ji aliyê partiyan ve têne kirin da ku li ser desthilatdariyê bimînin û ferehiyeke mezin erd bi dest bixin. Ji destpêka derfeta dîrokî ya ku herêma Kurdistanê qezenc kiriye, ev kirîz heye û aktîve jî. Partiyên li wir ne yên mezin û ne jî biçûk û heta yên nû jî li hev nekirine. Her yek dixwaze aloziyan derbixîne da ku aloziya yekemîn were jibîrkirin ango were kurkirin.ʺ

Gerzan Ebdulrehman Boy li ser refernduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê wiha got: ” PDK‘ê mijara serxwebûnê wekî kerta xwe ya serkeftî ji bo hemû pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Lê mixabin kesên ku ji vê bawer dikin hene! ev yek jî xwe dispêrin zihniyeta paşverû, an jî ji tirsa ji PDKʹê vê yekê bawer dikin. Aliyeke din jî heye hewl dide di nêvî de be, ev hewldan jî wê tiştekî bi xwe re neyne, ji ber ku aliyên din dizane ku mil ji ku ve tê xwarin û welatiyan ji şerên navxweyî ditirsînin. Di baweriya min de ev çêdibe eger bi awayekî eşkere be an jî veşartî be.ʺ

Derbarê pêveşûnên dawî yên li Kerkûkê Boy wiha anî ziman: “Nakokiyên li ser Kerkûkê ne tenê di navbera Bexda û kurdan de ye, lê nakokî di navbera partiyên kurdî de hene. Her partiyeke hewl dide desthildariya xwe li ser Kerkûkê feriz bike. Raste niha YNK‘ê li Kerkûkê serwere. Ev nayê wê wateyê ku PDK‘ê li wir nîne.ʺ

Gerzan bal kişand ser hevpeymana petrolê ya ku PDK‘ê bi Tirkiyê re îmze kiriye û anî ziman tekane yê ku ji petrol herêmê sûd digire Partiya Demokratîk a Kurdistanê ye. Gerzan Ebulrehman got: “Agahî tekez hene ku Bexda hewl dide bi partiya din a herêma Kurdistanê re bileyîze. Hêzên di nava YNK‘ê boriyên petrola xam a ku dighêje Tirkiyê girtin, da ku nehêlin hevpeymana bi Tirkiyê re pêk were, ji ber tekane yê ku sûd ji petrolê digire Partiya Demokratîk a Kurdistanê ye ku bi Tikriyê peymana derxistina petrola Iraqê îmze kiriye.ʺ

Gerzan Boy anî ziman ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi destekdayîna parêzerê Kerkûkê li piş perdeyan dilîze û wiha domand: “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi alîkariya parêzerê Kerkûrkê yê ji YNK‘ê ye li piş perdeyan dilîze, karîbû parçebûnê di nava endamên buroya partiya siyatî ya yekîtiyê çêbike. Ev yek bû sedem ku di civîna yekîtiyê de pevçûn derkevin. welatiyên nêzî partiyê ev yek eşkere kirin. ji bo ku em dûr nekevin. Debarê kirîza Kerkûkê Partiya Demokarîk a Kurdistanê dengê xwe dernexist û yek daxuyanî neda. Lê bi bêdengî dixebite û tevliheviyan derdixe da ku aloziyê mezintir bike. ji ber ku di derxistina petrolê ji bo Tirkiyê jî biser neket ev yek bandoreke li ser têkiliyên bi Tirkiyê re çêkir. Zexeta Tirkiye ya li ser wê parçebûn zêde kir.ʺ

Çalakvanê Siyasî Gerzan Ebdulrehman Boy destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê helwesteke wî heye, ev helwest di serdana rayedarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ji bo Tirkiye de derket pêş, da ku sozên xwe yên di derbarê pirsgirêka Kerkûkê bi dawî bike. Gernzan Ebdulrehman Boy got: ” PDK‘ê bi girtbina mijarê heta dema lidarxistina civînê bi fermandarên YNK‘ê  re hewl dide têkiliyan vegerîne mîna berê û bi îdayên ku hêzên Pêşmergeyên YNK‘ê di nava Partiya Karkerên Kurdisatnê de li Şengalê hencareke din soza alîkariyê bi derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji Şengalê da.

(bb/dc)

ANHA