Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹPêşveçûnên Reqqa destpêkirina rizgarkirina Dêre Zorê yeʹ

WARŞÎN SALIH

REQQA- Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Ehmed Ebû Xewle got ku pêşveçûnên rojhlatê bajarê Reqqa destpêkirina rizgar kirina bajarê Dêre Zorê ye û dê ew di bin ala QSD`ê de gelê Reqqa, Dêre Zorê û hemû gelê herêmê rizgar bikin.

Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê bi hezar û 500 şervanên xwe tevlî gava duyemîn a pêngava siyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bûye.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Ehmed Ebû Xewla ji ajansa me (ANHA) re axivî û got hedefa wan ji telvîbûna Hemleya Xezeba Firatê rizgarkirina xaka Dêre Zorê û hin gundên girêdayî wê ye.

Fermandar Ebû Xewle diyar kir ku tevlîbûna wan li ser banga gelê Dêre Zorê ya rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ`ê ew tevlî hemleyê bûne û ev tişt anî ziman: ʺJi bo rizgarkirina gelê Reqqa û Dêre Zorê niha hêzên me mil bi mil di bin ala QSD`ê de şer dikin. Di gava duyamîn a pêngava siyemîn a Hemleya Xezeba Firatê heta niha erdekî fereh ji xaka Dêra Zorê jî hatiye rizgar kirin. Herî dawî dawî jî herêma Ebû Xeşeb hatiye rizgarkirin. Em ber bi Reqqa ve diçin û bi vê pêşveçûnê re em ê herêmên Dêre Zorê yên di navbera Reqqa û Dêre Zorê rizgar bikin.ʺ

Li ser pîlansaziya gava duyem a pêngava siyemîn a Hemleya Xezeba Firatê çiye? Ebû Xewle wiha got: ʺEm dixwazin di vê gava duyemîn a pêngava siyemîn de xaka Dêre Zorê ji Reqqayê veqetînin û Reqqayê bi temamî dorpêç bikin. Riyên têne Reqqayê qut bikin û çeteyên DAIŞ`ê di Reqqayê de tengav bikin.ʺ

Ebû Xewle anî ziman ku pêşketinên rojhilatê bajarê Reqqayê destpê kirina rizgarkirina bajarê Dêre Zorê ye.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Ehmed Ebû Xewle gotinên xwe wiha bi dawî kirin: ʺ Li ser banga gelê Dêre Zorê em tevlî hemleya Xezeba Firatê bûn. QSD`ê û hemû hêzên di bin ala wê de şer dikin, dê di demeke nêz de gelê Reqqa, Dêre Zorê û hemû gelên herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. ʺ

(np/dc)

ANHA