Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹProjeya Fedraliyê riya guncaw a çareseriyê yeʹ

SILÊMANIYÊ – Berpirsê Têkiliyên Giştî ya Partiya Biratiya Kurdistanê, Projeya Fedraliya Demokratîk ji bo çareseriya aloziya Sûriyê guncaw dît û li ser rola wê di tinekirina terorê de nirxandin kir.

Di serdana nûnerên Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê, Berpirsê têkiliyên giştî ya Partiya Biratî li ser awayê karê nûneran û Partiyên Rojava li Başûr her wiha pêşketinên li Rojava pêk tên, axivî.SILEMNAIYE-FEDRALI-CARESERIYA-GELEANE1 ‫(1)‬ ‫‬

Di serdanê de berpirsê têkiliyên giştî ya Partiya Biratî Cîger Elî, Endamê Komîteya Navendî Mihemed Ehmed û Endamên Buroya Siyasî Ebdilrehman Babî Siyamend û Hesen Ehmed amade bûn.

Di serdanê de herdû aliyan li ser awa û xwezeya karê nûneran û Partiyên Rojava ênli Başûrê Kurdistanê axivîn, di heman demê de li ser girîngiya rola nûneran di çarçoveya pêşxistina têkiliyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di aliyê Diblomasî de nerîn parve kirin.

Herwiha herdû aliyan pêşketinên dawî di aliyê siyasî û meydanî yên li Rojava-Bakûrê Sûriyê û pêşketinên ku YPG`ê û QSD`ê pêk tînin vegotin.

Şandeya ku serdan kir li ser projeya Federaliyê Bakûrê Sûriyê nerîn anî ziman û gotin ku ew riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûr Leyla Mistefa wiha got: “Pir girînge ku hêzên siyasî li Rojava karê Navnetewî, herêmî û hundirîn ji bo pêkanîna ewlekarî û jiyana hevbeş li Rojava û Bakûrê Sûriyê, serwer bikin.”

Herdû aliyan li ser girîngiya hîskirina welatiyên Rojava ku dervayî Rojava jiyan dikin ku vegerin welatê xwe, alîkariya malbata xwe bikin û parastina Rojava û Bakûrê Sûriyê bikin.

(jo)

ANHA