Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹRizgarkirina Minbicê berhema hevgiritina gel û şervanan eʹ

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku Hemleya Rizgarkirina Minbicê gaveke girîng a di dîroka herêmê de ye û got: “Hemleya Minbicê nimûna hevgirtina di navbera gelên herêmê û şervanan e.”

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş têkildarî salvegera yekemîn a `Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla` ya rizgarkirina Minbicê bersiva ANHA`yê da.

*Amadekariyên destpêkê çawa derbas bû, tevî ku beriya wê hemleya rizgarkirina bakurê Reqqayê dest pê kiribû, çima we berê xwe da Minbicê?

Çeteyên DAIŞ‘ê di 21‘ê çileya 2014‘an de bajarê Minbicê dagir kiribûn. Armanca me jî ew bû ku em bajar ji wan rizgar bikin, Minbic hêjaye ku em xwe fedayê wê bikin, rev ne çareserî ye. Me berê xwe ji Kobanê da Minbicê, hin komên din ên girêdayî artêşa Azad ji Tirkiyê ve daketin.

Piştî êrîşên DAIŞ‘ê yên li ser Kobanê û berxwedana lehengî ku li hember DAIŞ‘ê hate kirin, em jî serbilind in ku em jî beşeke ji vê berxwedaniyê ne, her wiha pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla û Ebdo Doşka û hevalên wî. Me hemleyên xwe yên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ‘ê berdewam kir, me herêmên berfireh wekî Girê Spî, Ên Îsa û Sirîn rizgar kirin, herî dawî me Hêzên Sûriyaye Demokratîk (QSD) ava kirin, me bendava Tişrînê rizgar kir, em nêzî Minbicê bûn, me dest bi amadekariyên rizgarkirina bajêr kir, piştî nîqaşên berfireh bi fermandarên komên şoreşgerî ku şervanên Minbicê jî di nav de ne, şehîd Feysel Ebû Leyla nîqaş bi rêve dibirin. Li gorî nîqaşan me biryara avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir û di 2‘ê nîsana 2016‘an me bi awayekî fermî avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin. Di destpêka avakirina meclîsê re 7 kom cihê xwe di nav de digirtin, ji wan Şemis El-Şemal, Cund El-Heremên û Siwar Minbicê ne.

Piştî bi dawîbûna amadekariyan ji herî aliyan ve, me bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk re nîqaş kir, bi riya wan jî me xwe gihand Koalîsyona Navdewletî ya Şerê li dijî terorê, li ser vê esasê me hemleya rizgarkirina bajêr ji her aliyan ve nîqaş kirin, me biryar da ku em hemlê di 1‘ê hezîrana 2016‘an dest pê bikin.

*Texmînên we ji bo şerê hemleyê çawa bûn, dewleta Tirk we tehdîd dikirin, eger hûn aliyên rojavayê çemê Firat derbas bikin, we texmîn dikir ku wê helwestên dijber ji aliyê rêjîma Sûriya an jî Tirkiyê ve derkevin?

Bi rastî em dizanî ku DAIŞ bi hêsanî bajar bernade, wê hemû hewldanên xwe bike da ku xwe di bajêr de mayinde bike. Ji ber ku bajarê Minbicê ji bo wan xwedî stratîjiyek e, DAIŞ li wir pîlanên xwe yên êrîşan amade dikir, her wiha bargeheke pêşwazîkirina çeteyên ji derve li wir ava kiribûn.

Li aliyekî din jî Tirkiyê nedixwest ku bajarê Minbicê ji DAIŞ‘ê rizgar bibe, ji ber ku dizane ku Minbic kilîta bejahiya rojhilatê Helebê ye, ji ber vê yekî bi hemû rê û rêbazan hewl dide ku hemleyê asteng bike û nehêle ku em bighêjin bajêr. Me şandeyek xwe şand da ku hevdîtina bi fermandarên Koalîsyonê re bike, helwest û armanca me ji hemleyê ji wan re bide xuyakirin, lê Tirkiyê di hewlesta xwe ya li dijî me bi israr bû, em jî ji bo rizgarkirina bajêr bi israr bûn. Li ser vê yekê bersiva me ew bû ku em hemû astengiyan derbas bikin. Şêniyên herêmê ên rojana banga rizgarkirinê li me dikirin rizgar bikin. Di mijara rêjîmê de jî,  rêjîmê wê demê de li herêmê nebû, nedikarî hemleya me asteng bike.

*Di hemleyê de we Fermandar Feysel Ebû Leyla Winda kir. Paşê we navê hemeleya rizgarkirina Minbciê wekî Hemleya Feysel Ebû Leya Guhert. Gelo Fermandar Ebû Leyla çi bandor li we û li tevahiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir? We bi çi rihî hemele piştre dewam kir?

Bi destpêka hemleiyê re me fermndar û endizyar, her wiha xwediyê beşê mezin ji amadekarî, pîlan û destpêkirina hemeleyê Şehîdê Fermandar Feysel Ebû Leyla winda kir. Ebû Leyla tu carî qebûl ne dikir, di fermandariyê tenê de bimîne, lê belê her dem di xetên herî pêş de bû. Ev berxwedana wî bandorek mezin li me û hemû şervanan kir. Tu carî şervanên xwe tenê di xetên pêş de ne dihiştin, her dem çavkaniya berxwedan û tekoşînê bû. Ebû Leyla yê ku tu carî şervanên xwe bi tenê ne hiştin, berê jî di qadên şer de cih bigrt û di qadên herî pêş de tekoşîn dida meşandin. Tu cûrî ji qadên şer dernediket tenê dema birydar dibû ji bo dermankirinê, derdiket. Her dem muralê wî bilind bû, ev muralê wî tim bandor li hemû şervanên wî jî dikir. Dema şervanan dengê wî dibhîst mural digirtin, ew çavkaniya muralê bû.

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbic û hevalên Ebû Leyla, biryara me diyar bû, biryara me ew e ku em hemleya rizgarkirina Minbicê bi navê wî bidomînin, bi vê yekê me xewna wî pêk anî. Bi şev û roj tekoşîn dikir da ku xewna xwe pêk bîne, ji ber vê me hemle kir bi navê wî, di dirêjaya hemleyê de şervanan şer dikirin û pêş ve diçûn û herêm rizgar dikirin. Ebû Leyla bi vê yekê bû findek ku riya hemû şervanên xwe ronî kir.

*Ji destpêka hemleyê û heta niha, gelê Minbicê çawa nêzî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn, heta çi redeye bi meclîsê ve hatin girêdan û li derdora wê kom bûne?

Li Minbic me rastiyeke ji ya di şer de cûdatir dît. Ev rastî di alîkariya gel û pêşwaziya wan ji şervanên me re diyar bû. Di şerên berê de me didît ku welatî ji malên xwe koçber dibûn û berê xwe didan herêmên bi ewle. Lê li Minbicê rewş cûda bû, tevî ku qenasên DAIŞ û mayînên wan jî hebûn, welatî ber bi şervanên Meclîsa me ve dihatin, ji mirinê ne ditirsiyan, ev yek girêdana welatiyan bi Melcîsa Leşkerî ya ya Minbicê re nîşan dide.

Di girêdana wan de diyar bû ku gelê herêmê tiyê azadiyê ye û baweriya wan bi Meclîsa Leşkerî ya Minbica dihat ku dê wan ji çeteyan rizgar bike. Li ser vî esasî bi sedan ciwanên herêmê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn û xwestin ku cihê xwe di hemleyê de bigrin. Li aliyê din jî welatiyan tevgerên DAIŞ û cihên wan nîşanî şervanan didan, tevî ku ev yek metirsîn li ser jiyana wan çêdikir lê dikirin, çeteyan ên telefon bi wan re didîtin infaz dikirin. Lê car de jî welatiyan alîkariya şervanan dikirin û cihên çeteyan nîşanî wan didan. Piştî rizgarkirinê û heta niha serkeftinên hatine bidestxistin nîşana girêdana gel bi meclîsa me ve diyar dike.

*Destpêkirina rizgarkirina Minbicê çi bandor li siyasetên dewleta Tirk ku îda dikir şerê terorê dike, kir. LI aliyê din dewleta Tirk gef li hêzên we dixwar ku neçin rojavayê Çemê Firatê. Di aliyê din de jî destpêkirina hemleiyê çi bandor li pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê kir?

Hemleya rizgarkirina Minbicê, destpêkirina pêngaveke dîrokî ya di navbera du qonaxan de bû. Bê guman piştî rizgakririna Minbicê û beriya wê rewiş cûda bû. Dewleta Tirk baweriya xwe ya di herêmê de winda kir. Di heman demê de hevkara xwe ya sereke di herêmê de winda kir. Yanî bi gotineke din em dikarin bêjin siyasetên Tirkiyê yên di herêmê de ku xwe dispart piştgiriya komên çete têk çûn. Armanca sereke ji desterdana dewleta Tirk di xaka Sûriyê de û hewldana wê ya dagirkirina Minbicê di bin navê Mertala Firatê ew bû ku çeteyên DAIŞʹê ji têkçûnê biparêze û temenê wê dirêj bike. Em jî armanca me ya sereke ew ku em teroristan  di herêmê de têk bibin û pêşketina wan rawestînin. Di heman demê de destwerdana wan rê li pêşiya hêzên rêjmê vekir ku li herêmên rojhlatê Helebê pêş ve werin.Bi gotinek din heger ne ji destwerdana Tirkiyê ba, dê rewşa teroristan jî cûdatir ba. Hêzên rêjîmê jî dê pêşketinbên xwe zêde nekiriba û ne diha çemê Firatê ya li gundewarên rojhilatê Helebê.

Divê em jibîr nekin ku dewleta Tirk û çeteyên wê gelek êrîşî pêk anîn. Hewl dan Minbic jî dagir bikin, lê bi saya berxwedana şervanên me hemû êrîşên wan têk çûn.

*Bi rizgarkirina Minbicê ku 73 rojan dewam kir re, çi guhertin di hevsengeyên siyasî û leşkerî yên di herêmê de çêbû?

Piştî rizgarkirina Minbicê guhertinên mezin di hevsengeyên herêmê de pêk hatin. Guertinên gelek ji beriya rizgarkirina wê cûatire. Ev guhertin di guhertina herêmên serweriyê de diyar dibe. Asta destwerdana derve ya di xaka Sûriyê de li ser asta leşkerî û siyasî hate guhertin. Şerê desthiladariyê hîn jî didome. Tevî ku me li dijî terorê gelek destkeftî bi dest xistinejî hêzên QSDʹê gihiştine ber Reqqayê, em jî beşdar in û hîn jî em gef û daxuyaniyên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê dibînin. Tirkiyê hîn jî di nava hewldanan de ye ku DAIŞʹê rizgar bike.

(bb/dc)

ANHA