Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹSakîna Cansiz di mercên herî dijwar de tekoşîn domandʹ

EFRÎN – Rêvebera Kongreya Star a navçeya Mubata Tara Xemîn da zanîn ku Sakîne tevî mercên dijwar ku di zindanên dewleta faşîst a Tirkiyê de derbas kirin, lê dev ji têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ber neda.EFRIN-MEBATA-GEVIN-JI-BO-SAL VEGRA-SAHED-SEKINA-GANSIZ2

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Mabata tekoşerên jin ên kurd Sakîne û hevreyên wê bi civînekê bibîranîn. Civîn li navçeya Mabata ya girêdayî Kantona Efrînê bi amadebûnba bi dehan ji welatiyan hat lidarxistin. Salona civînê bi wêneyên cangoriyan, ala Kongreya Star û posteyên Ocalan hat xemlandin.

Piştî rêzgirtinê, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Mubata Tara Xemgîn axivî û jiyana herê sê têkoşeran di  têkoşîna rizgariya gelê Kurd de vegot.

Tara bibîr xist ku Sakîne Cansiz tevî hemû mercên dijwar di zindanên faşîst ên dewleta Tirk de rêya têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê dewam kir.EFRIN-MEBATA-GEVIN-JI-BO-SAL VEGRA-SAHED-SEKINA-GANSIZ1

Rêvebera Kongreya Star destnîşan kir ku hikumeta Frensa qaşo bi navê demokratiyê bang dike lê mixabin ev yek ne rast e û wiha dewam kir: “Em ji hikumeta Frensa dixwazin ku kujeran û aliyên ku komkujiyê vedşêrin radestî dadgehan bike û werin darizandin.”

Civîn bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

(kc/dc)

ANHA