Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹSerkeftina şoreşa Rojava sekeftina hemû gelên bindest eʹ

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Perlementerê Herêma Başûrê  Kurdistanê Salar Mehmûd got ku şerkeftina şoreşa Rojava, serkeftina hemû gelên bindest ên Roijhilata Navîn û cîhanê ye.  Mehmûd her wiha da zanîn ku divê têkiliyên siyasî, aborî û leşkerî di navbera Rojava û Başûr de were xurtkirin.

Parlemanterê Başûrê Kurdistanê ji partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd ê ku di heman demê de endamê Yekîtiya Parlemanterên Kurdistanê ye bi boneya 5`emîn salvegera şoreşa Rojava 19`ê Tîrmehê, ji ANHA`ê re axivî.

Salar Mehmûd  got ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, şoreşa hemû gelê blindest û bi taybet Şoreşa gelê her çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha got: ʺJi ber vê yekê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê destek dan şoreşa Rojava.ʺ

Salar Mehmûd bal kişande ser girîngiya xurtkirina têkliyan di navbera Rojava û herêma Başûrê Kurdistanê ya ji hemû aliyan ve û wiha got: ʺÎro Rojavayê Kurdistanê xwedî cihekî stratecîk û girîng e, bi taybet ji bo herêma Başûrê Kurdistanê, divê têkliyên di navbera Rojavayê Kuridistanê û Başûrê Kurdisatanê de, ji aliyên siyasî, aborî, leşkerî û hemû aliyan ve  bên xurtkirin.ʺ

Salar Mehmûd li ser tecrûbe û ezmûna şoreşa Rojava axivî û diyar kir ku divê şoreşa Rojava ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê re bibe mînak û wiha domand: ʺTecrûbeya Rojavayê Kurdistanê mînakeke girîng û pêşkeftî ye, tecrûbeya azadiya gelê Sûriyê ye bi pêşengiya Kurdan e. Mînakeke pêşkeftîye ji bo çalakiyên demokratîk da mafê gel bê bi cihanîn. Di Rojhilata Navîn de mafê gelê kurd hatiye destgirtin, Dewleta Farisan heye, dewleta Tirkan heye, Ereb jî xwedî zêdeyî 22 dewletan in, kurd ên ku hejmara wan bi dehan milyon in, dewleta wan tune ye. Divê tecrûbeya Rêveberiyê di Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ji Bakur û Rojhilata Kurdiatanê re bibe mînak.ʺ

Mehmûd da xuyakirin ku şoreşa Rojava serkeftina projeya demokratîk a di rojhilata navîn û cîhanê de û wiha got:ʺDi Rojavayê Kurdistasnê de herêmên bi pêşengiya gelê kurd  hatine rizgarkirin hene, hemû gelê wêderê bi awayekî demokratîk mafê xwe jiyan dikin, ji bo me serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê wateya serkeftina Başûrê Kuridistanê jî û serkeftina projeya demokratîk di Rojhilata Navîn de. Ango bi cihanîna mafên gelê bindest û bi taybet gelê kurd e û serkeftina projeya demokratîk a Rojhilata Navîn e. Ev jî tê wateya bicihanîna mafê gelê bindest, bi taybet gelê kurd, her wiha ji bo hemû kesên di cîhanê de daxwaza azadiyê dikin jî serkeftin e.ʺ

Mehmûd bang li Civaka Navnetewî kir desteka siyasî û dîplomasî bidin Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm daxwaz ji Civaka Navnetewî dikin ku di komcivînên munasebetên Navnetewî de desteka siyasî û dîplomasî bidin gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê û desteka leşkerî jî bidin YPG`ê, Gerîla û Pêşmergeyan.ʺ

(rr)

ANHA