Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹŞoreşa 19ʹê Tîrmehê wê di dîrokê de mayînde beʹ

Dîmen

MEDYA HENAN/DILÎŞAN ÎBIŞ

QAMIŞLO- Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEMʹê Aldar Xelîl salvegera 5ʹan a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û got ku 19ʹê Tîrmehê wê di dîrokê de di nava nifşên pêş de bimîne. Xelîl, her wiha da zanîn ku gelê kurd karîbûn qonaxeke zehmet birêve bibin.

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEMʹê Aldar Xelîl têkildarî salvegera 5ʹan a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê bersiva pirsên ANHAʹyê dan

*Qonaxên ku bingeha Çirûska şoreşa 19ʹê Tîrmehê danîn çibûn?

Şoreşa 19ʹê Tîrmehê bi saya xwîna şehîdan biser ket. Ji ber vê yekê pêwîste di destpêkê de em hemû şehîdên Şoreşa Azadiyê bi rêzdarî bibîr bînin. Di heman demê de rola gelê me jî di pêkanîna destkeftiyan û derbaskirina zehmetiyên demê de pir mezin bû. Bi saya berxwedana gelê me serkeftin pêk hat û destkeftî hatin bidestxistin. Di wê demê de şert û merc cûdabûn, nerîn ber bi aliyên din ve diçûn, hemû aliyan hilweşandina rêjîmê ji xwe re esas digirtin. Lê ji destpêka şoreşê me xeta sêyemîn esas girt, me biryar da ku şorşa me civakî pêk were û azadiya civakê ji qeydên desthiladaran esas were girtin. Bi vê yekê re Şoreşa 19ʹê Tîrmehê gelek hêzên derve û hundir matmayî hişt. Tu aliyan ji wan texmîn ne dikir ku şoreş vegere xeta xwe ya rast. Ên navê opozisyonê lixwe dikirin tenê bi girtina desthiladariyê meşxûl bibûn.

*Di salên derbasbûyî de çi guhertinên giştî pêk hatin, çima destpêk ji Kobanê bû?

Ji bo em rewşê analîz bikin, pêwîste em bizanin ku bi destpêkirina şoreşê re gelek astengiyên mezin hebûn. Ji wan astengiyan zihniyet û nerîna kesên ku şoreş bi aliyekî din ve dinirxandin û berê wê berûvajî dikirin. Piştî ku vê şoreşê gelek destekftî bi dest xistin, ji hemû cîhanê re isbat bû ku zihniyeta ku şoreşa Rojava li ser esasê wê hate destpêkirin nûnertiya rast a şoreşê dike. Rastiya şerê niha tê jiyankirin bi şoreşa 19ʹê Tîrmehê re hate isbatkirin û xalên wê hatin diyarkirin. Ev ji xwedîderketina gel, damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSD û çûyîna ber bi Fedraliya tevahiya Sûriyê isbat dibe. Ev hemû berhemên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ne.

Di aliyê meydanî de jî gelek êrîş li ser Şoreşa Rojava hate kirin. Di êrîşa li ser Kobanê de jî êrîşên wan gihiştin asta herî jor. Ji ber ku Kobanê mînaka rihê berxwedanê û destpêkirina Şoreşê bû ji ber vê yekê hêzên cîhanî êrîşî li vir pêk anîn. Li gorî wan derbeya li Kobanê pêk were, dê derbeya mezin a li dijî şoreşê be. Lê berxwedana gelê me yê Rojava, parçeyên din ên Kurdistanê û derve isbat kirin ku 19ʹê Tîrmehê bûye şoreşa mirovahiyê ku bi armanca damezirandina sîstema demokratîk a nû li Sûriyê û herêmê tekoşînê dide meşandin. Kobanaya liber xwe da bingeha destpêkirina çirûska destpyê ya şoreşê bû, berxwedana li vir isbat kir ku DAIŞ ne hêza têk naçe wekî cîhanê jê re propaganda dikir. LÊ belê em dikarin tekez bêjin ku Şoreşa Rojava bi berxwedana xwe evsaneyên çeteyên DAIŞʹê di piraniya herêmê de hilweşandin.

*Di nerîna we de çima ev geşedanên siyasî û leşkerî ku bi lez têne jiyankirin, bandoreke mezin li rewşa Sûriyê kir?

Heger ne ji berxwedana Kobanê ba û ne ji serekftinên van gavên ku li Rojava pêk hatin, dê şoreşa Rojava ne karîba dengê xwe yê rastiyê bighîne raya giştî ya herêmê û cîhanê. Dê şoreşê jî nikarîba gelek destkeftiyên herêmî, civakî û rêxistinî bi bixista. Yanî em dikarin du nirxandinan bikin. A yekem: Şoreşê derfet ji bo çareserkirina doza kurdî li Sûriyê vekir. A duyemîn jî Şoerşê destnîşan kir ku Netewa Demokraîtk, jiyana hevbeş a di navbera hemû gelên li herêmê jiyan dikin, dîtin ku tenê ev şoreş dikare nûnertiya îradeya wan bike. Heger ne wisa ba, dê gelê Girê Spî, Minbic, Silûg, Şedadê, Tebqa, Til Hemîs, hol û Çiyayê Kizwanan û niha jî Reqayê nerîna xwe ne didan guhertin. Ji xwe çeteyên DAIŞʹê ji helwesta wan sûd wergirtin û niha têkbirina wan di Bakurê Sûriyê de bûye karekî zehmet. Ji ber vê yekê serkeftina di aliyê fikrî de bandoreke neyînî li ser aliyên dijber kir. Ji bilî vê yekê rihê berxwedanê ku di YPJ/YPGʹê de hatiye destnîşankirin û herî dawî di QSDʹê de heman tiştî isbat dike. Hemû tiştên hatin bibîrxistin rastiya Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û rastiya berxwedana gel nîşan didin.

*Hûn karibin ji me re bîranîneke xwe di nava Şoreşê de ku hûn pê bi bandor bûn; bînin ziman em ê kêfxweş bin?

Şoreşa ji gelek qonaxên li pey hev pêk tên. Ji sifêrê destpê dikin û hevdû temam dikin. Em nikarin bêjin ku ew gihiştiye dawiyê. LÊ belê her nûbûnê di nava civakan de jiyan dike. Di meş û mîtingên gelerî yên mezin de gelek bîranîn hene. Gelek kes ji gelê me bawer ne dikirin ku em bighêjin destkeftî û encamên niha em bi dest dixin. Destkeftiyên ku bi destpêka sala 6ʹan re hatine bidestxistin di demeke kurt ji temenê şoreşê pêk hatin. Gelek hevalên me di xebtaên pratîkî ya şoreşê de hin tişt fam kirin, hinan jî bi girêdana wan bi xwîna şehîdan  û baweriya wan bi tevgerê re pêk hat. Tevlî di mejiyê xwe de nakokî jiyan dikirin, lê karê gelekî baş pêk tanîn. Lê piştî destkeftî bi çavên xwe dîtin girdana wan daha xurtir bû û hemû sînor derbas kir.

*Birêz Aldar gelê Bakurê Sûriyê şoreşa 19ʹê Tîrmehê pêk anî, hûnê wê çawa bikin malê tevahî Rojhilata Navîn?

Di destpêkê de ew bû malê hemû gelên Rojava-Bakruê Sûriyê, niha jî Meclîsa Sûriya Demokratîk û Bîroyên Têkiliyên Dîplomasî yên girêdayî me hemû hêza xwe daye ku ramanê şorşê bi gelê herêmên din ên Sûriyê bide bawerkirin. Di vê xalê de pêşketin têne jiyankirin. Xebat û çalakiyên di asta Sûriyê û dewletên herêmê de jî têne meşandin. Di heman demê de têkî bi rêxistin, partî û nûnerên civakan li hin welatan û li Rojhilata Navîn re têne danîn. Tiştê erka me hêsan dike, destkeftiyên di şerê DAIŞʹê de têne bidestxistin û rihê fedayî yê YPG/YPJʹê û QSDʹê ku di qadên berxwedanê de têne destnîşan dikin in.

Vî rihî bi rastî her kes iqnai kir ku şoreşa rast a Sûriyê şoreşa Rojavaye. Isbat vê yekê jî di têkçûna danûstendinên Cinêv ê ku ji ber projeyên fikrî û çandî yên tu aliyan nîne ber bi tunebûnê ve diçe. Lê şoreşa Rojava û tevî hemû zehmetiyan û êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ, rêjîma Sûriyê û hin hêzên herêmê pêk hatin jî karîbû ber bi serkeftinê bimeşe û xeta xwe ya berxwedanê bidomîne.

*Em spasiya we dikin, gotina we ya dawî hebe?

Ez salvegera 5ʹan a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê li tevahiya gelê me pîroz dikim. Tekez dikim ku em ê xeta xwe bidomînin û em ê heta dawî girêdayî tekoşîn  û berxwedana şehîdên xwe bin. Şoreşa Rojava bûye sembol û wê di dîrokê de mayînde bimîne. Ev dîrok wê nifşên pêş dewrî hev bikin. Dê isbat bibe ku gelê kurd karîbûn rêveberiya herêmê di vê dema zehmet de bikin. Wekî çawa di dîrokê de rola wan a pêşengiyê di herêmê de hebû, niha jî wê karibin bi gelên din ên herêmê re bisekin û rêveberiya şoreşa demorkatîk a herêmê bikin. Bi vê yekê dê gelê herêmê ji sîstemên dictator xilas bibin û dê jiyaneke nû ya azad û bi aram ji xwe re sax bikin. Dê mafê hemû kesî misoger bibe.

(dc)

ANHA