Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹŞoreşên li Îranê bi riya zordestiyê hat çewisandinʹ

QAMIŞLO – Siyasetmedarê Sûrî Ebdulsetar Feysel da zanîn ku şoreşên li Îranê bi zordestiyê hat çewisandin.

Gelên Îranê tirs şikandin û ev 5 rojin li kolanan li dijî polîtîkayên rêjîma Îranê xwepêşandanên xwe didomînin.

Derbarê mijarê de siyasetmedarê Sûrî Ebdulsetar Feysel axivî û diyar kir ku ji kevin ve rêjîma Îranê li dijî gel zordestiyê bi kar tîne û wiha domand: ʺDema ku Îran bû welatekî olî, tundiya li dijî gel zêde bû. Di dîrokê de şoreşên li Îranê bi riya zordestiyê hat çewisandin.ʺ

(mm)

ANHA