Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹTirkiyê hewl dide dewleteke Sinnî li Sûriyê ava bikeʹ

SEYDO ÎBO- CAFER CAFO

EFRÎN– Serokê Desteya Parastinê ya Efrînê Ebo Ibrahîm diyar ku Tirkiyê xaka bakurê Sûiyeyê parçe dike, dixwaze bi riya dagirkeriya  herêma ji Cerablus, Bab, heta xeta Heleb Idlibê dewleteke sinnî ava bike.

Têkildarî pêşketinên leşkerî yên li Heleb û Herêma Şehbayê serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm bersivên ANHA‘ê ye da.

* Hûn çawa pêşveçûnên leşkerî li Efrîn, herêmên Şehba û Helebê dinrxînin?

Aloziya Sûriyeyê keta sala 6ʹan, heta niha nakokî di navbera hêzên çekdar de didome. Ev yekî jî aloziyê mezintir dike, hêzên navnetewî qaşo dixwazin aloziyê çareser bikin, aloziyê kurtir dikin. Ev yek di serî de ji bo hemênên Şehbayê derbasdare.

Bi destpêka pêvajya pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê re, tûgeyên çekdar ” Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, tabûrên Nûreddîn El-Zingî û Odeya Çalakiyan a Fetih Heleb, yê ku li derdora Helebê bi cih dibin destka xwe ji Tirkiyê digirin, herî dawî berê xwe da Şehbayê da ku pêştivaniya bi çeteyên DAIŞ‘ê re bikin û êrîşî li dijî Rojava xurtir bikin.

Dewleta Tirk piştî têkçûna pîlanên wê di herêmên de yekser destwerdan kir. Di heman demê de ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbic û gundên wê ji çeteyan rizgar kirin, , Cerablus dagir kir. Heta niha destwerdanê di Babê û Helebê de dike. hin tabûrên girêdayî wê li Ezazê hene û fermanên Dewleta Tirk pêk tînin.

Tirkiyê di nava du seatan de, Cerablus dagir kir, çeteyên DAIŞ‘ê bi cilên Cebhet El-Nusra, derbas kirin.

Li ser vê yekê divê  hêzên navnetewî, di serî de NATO, li xwe vegere û ji xwe bipirse, çawa Tiriyê çeteyên Cebhet El-Nursa iqna dike ku ji Helebê vekişe? Çawa destur dide rêjîma Sûriyê, Rûsya ku Tirkiyê derbasî Sûriyeyê bibe? Gelo wê Tirkiyê bandorê li Cebhet El-Nusra da ku Helebê jî vekişe?

* Li taxên Rojhilatê Helebê pevçûnên dijwar diqewime, sivîl têne hedef girtin, çima bi taybet di van herêman de, girîngiya jeosiyasiya van taxan çiye?

Yê di Helebê de biser bikeve wê di aloziya Sûriyeyê de biser bikeve, yanî eger rêjîm li Helebê biser bikeve wê di aloziya Sûriyeyê de biser bikeve. Li gelek herêmên Sûriyeyê yên wekî  Şam, Dara û Wear û gelek herêmên din di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de lihevkirina çêbûn, çima ev tişt li Helebê dernnakeve.

Heleb ji bo Tirkiyê xwedî stratîjiyeke girîng e. her wiha wekî navendeke aborî tê naskirin, ji ber vê yekî Tirkiyê dixwaze vê derê bidest bixe ji ber ku dixwaze serdema Osmaniyan nûjen bike.

Aliyên navnetewî yên ku banga mafê mirovan dike, li hember siyasetên Tirkiyê bê deng in, sivîl dibin qurbaniya van êrîşan.

Tirkiyê welatiyên Sûriyeyê derbasî erdê xwe kir û wan wekî kaxesekê pê bazirganî dikiye, Yekîtiya Ewrupa tehîd dike da ku rê li pêşiya welatiyên Sûriyê veke da ku derbasî welatê wan bike, mixabin gelê Sûriyeyê heta niha rastiya Tirkiyê nizane.

Di navbera hêzên rêjîmê, Sûriyeyê û Tirkiyê û di bin rêvebertiya Îranê li Şamê pevdîtin pêk hatin. Hêzên rêjîmê  Heleb bi dest xist, Tikriyê jî derbasî Cerbalusê bû, lê hevpeymana di navbera heman aliyan de hate ibtalkirin, ji ber ku Tirkiyê ji tirsiya ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk herêma Bab, heta xeta di navbera Efrîn û Kobanê rizgar bike.

* YPG‘ê 6 hezar sivîl ji taxên rojhilatê Helebê rizgar kir û derbasî taxa Şêxmeqsûd kir, bandora vê hejmarê li ser taxê di aliyê ewlekarî, civakî de çiye, ji ber ku taxa heta niha ji gelek aliyan de di dorpêçê de ye.

Mîna vî tişt beriya niha li Efrînê jî çêbûye. Kantona Efrînê bi hezaran koçber ji herêmên din ên Sûriyeyê pêşwazî kir. lê tedbîrên ewlekariyê nehatin girtin. Paşê ji bo wan koçberan kamp hatin vekirin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber tengbûna cih ev yek wê bandoreke xwe ya neyînî hebe, ji ber ku taxa ji her aliyan de di dorpêçê de ye, wekî din jî êrîş li ser têne kirin. Lê tevî vê yekî jî gel û hêzên ku di taxê de pêşwaziya koçberan kir.

* Hin agahî hene dibêjin ku li taxên rojhilatê Helebê di navbera komên çete perçebûn heye, agahiyên wê li ser vê yekê çi ne?

Bi dijwarbûna êrîşên li ser taxên rojhilatê Helebê û pêşevçûna hêzên rêjîmê û dûrketina Tirkiyê ji çeteyên wê, di navbera komên çete de bi xwe perçebûn çêbû, gelek endam çekên xwe avêtin û bi sivîlan re reviyan.

Ji ber nas kirin ku tu  ji bilî teslîmkarî tu riyeke din li pêşiya wan nîn in, eger derbasî Tirkiyê bibin wê bêne girtin, ji ber vê yekê bi sivîlan re berê xwe dane herêmên wekî Idlibê.

* Hûn serdana serokê istihbarata Tirkiyê Heqan Fîdan û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglu ji bo Îranê çawa dinirxînin?

Ev yek ne tiştke ne nû ye. Dema balafira Rûs li aliyê Tirkiyê ve hate Tikiyê balafira Rûsiyê xistin, Tirkiyê got ku eger tu kes nêzî sînorê wê bibe, Ergaon ji Putin lêborîna xwe xwe xwest.

Tirkiyê li başûrê Kurdistanê piştevaniya hikûmetê dike. serdana wê ya ji bo Îranê  di heman demê de ku êrîşên li ser Rojava dijwar bû, pêk hat. Di demên dawî de jî ji ku êrîşên xwe li dijî herêmên parastina Medya pêk bîne alîkarî xwest.

Îro Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê li hember çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê di nava berxwedanê de, em dikarin bêjin ku hêzên artêşa dagirker a Tirkiyê, tugeyên li Cerablusê herêmê xwe ji herêmê vekişand û radestî Tirkiyê kir. Wê Meclîsa Leşkerî ya Babê destur nede ku Tirkiyê Şehbayê dagir bike.

Berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Babê hevgirtina gelê herêmên li hember dabeşkirina dagirkeriya Tirkiyê nîşan dide.

Tirkiyê xaka bakurê Sûiyeyê parçe dike, dixwaze bi riya dagirkeriya  herêma ji Cerablus, Bab, heta xeta Heleb Idlibê dewleteke sinnî ava bike. Lê hêzên Sûriyeyê Demokratîk vê yekê qebûl neke.

(bb)

ANHA