Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹTu cûdahî di navbera êrîşên DAIŞ û PDKʹê yên li Şengalê nîneʹ

TIL TEMIR – Endamê Rêveber ê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yasîn Elo diyar kir ku tu cudahî di navbera êrîşên niha yên li ser Şengalê û êrîşên ku DAIŞʹê pêk anîn, nîne û got: ʺArmanca êrîşkara ew e ku vîna gelê kurd bişkînin û berxwedana wî ya ji bo azadiyê rawestînin.ʺ

Endamê Rêveber ê Rêxistina Til Temir a Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yasîn Elo derbarê êrîşên li ser Şengalê de nerazîbûn nîşan da û got ku dewleta Tirk ku di pîlanên xwe yên li dijî Rojava binket berê xwe da Şengalê û wiha axivî: ʺJi ber wê y ekê bi alîkariya PDKʹê û çeteyên girêdayî wan êrîşî birin ser Şengalê. Ev gava dawî ya Deweleta Tirk ku di xwaze di riya wê re di nava gelê kurd de fitne û fesadiyê derbixe.ʺ

ʹArmanca êrîşan têkbirina vîna Rojava û Şengalê yeʹ

Elo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li dijî Şengalê ji bo têkbirina vîna Fedraliya Demorkatîk a Rojava û îradeya gelê Şengalê pêk hatiye û wiha dom kir: ʺArmanca wan tevliheviya di navbera pêkhateyan de ye. Eger ne wisa be û rast dixwazin gelê herêmê biparêzin,bela werin kerm bikin û tevlî YPG/YPJ bibin. Lê na ew bi êrîşên xwe dixwazin vîna Rojava û fedraliya Bakurê SÛriyê û vîna gelê êzîdî li Şengalê derbe bikinb. Bi wan êrîşan dixwazin navbera Rojava û Şengalê qut bikin. Ji bo parstina Şengalê jî wa YBŞ/YJŞ hene û ew diakrin tevlî wan hêzên ku parstina herêmê bikin. Lê ya wan ne parstine lê tevliheviye derbixin û siyasetên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.ʺ

Êrîşên DAIŞʹê û yên çeteyên PDK û AKPʹê heman in

Elo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku  ku tu cûdahî di nvabera êrîşên çeteyên DAIŞʹê yên li ser Şengalê û êrîşên ku niha çeteyên PDK û AKPʹê pîk tînin û wiha dom kir: ʺ Êrîşên wê 2014ʹan ku bi destê çeteyên DAIŞʹê li ser gelê Şengalê pêk hat û êrîşên niha bi destê çeteyên PDKʹê pêk tên heman êrîşin û herdû bi ferman û destê hikûmeta AKPʹê pêk hatine. Bi van êrîşan dixwazin di riya koma ku navê pêşmergeyên Rojava li xwe dikin, poltîkayên Tirkiyê yên di herêmê de biparêzin. Ji ber vê yekê jî êrîşî Şengalê kirin.ʺ

ʹPDKʹa Barzanî kongreya netewî asteng dikeʹ

Elo da zanîn ku PDKʹê û serokê wê Masûd Barzanî rê nadin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin û wiha dom kir: ʺBehsa kurdayetiyê û avakirina Kurdistanê dikin. Di heman demê de jî li dijî lidarxistina Kongreya Netewî desekinin û lidarxistina Kongreyya Netewî astang dikin. Ne ji nêzîkartiya PDKʹê û serokê wê Barzanî be dê kongreya netewî were lidarxistin.ʺ

Elo  têkildarî hedefgirtina rojnamavanan jî got ku PDKʹê û çeteyê wê bi zanebûn rojnamavana hedef digirin û bi vê yekê dixwazin rastiya xwe ji raya giştî veşêrin. Di dawî de jî dixwazin bêjim ku serkeftin para gelê kurd e.ʺ

Endamê Rêveber ê Rêxistina Til Temir a Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yasîn Elo di dawiya axaftina xwe de bang li PDK ê û çeteyên girêdayî wê kir ku li xwe vegerin û dest ji pîlanên xwe y ên dijberiyê berdin.

(kz/dc)

ANHA