Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹWerin em bi yek dengî dagirkeriyê parçe bikinʹ

QAMIŞLO –  Komîteya Amadekar ya Konferansa Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê  bang  li  hemû ciwanên kurd, gelê  welatparêz, partî û rêxsitinên kurdî  kir di vê dema dîrokî de bi yek dengî dagirkeriyê  parçe bikin û axa xwe rizgar bikin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Amadekar a Konferasê  Jiyan Hemo ve li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

Di 16’ê Adarê de em di serî de şehîdên qetilama Helpçe, hemu şehîdên kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin. Berî 29 salan an gu di sala 1988 an de dagirkerên Iraqê bombeyên kîmyawî li ser gelê me yê Helepçe barandin, îro êşa ku gelê me bi sedan sal kişandiye veguherî serdema serkeftina doza kurdî û azadiya gelê me. Li ser vî esasî em di rojeke wisa mandar de dixwzin amadekariyên konfiransa xwe ji gelê xwe re raghînin.

Di roja me ya îro de li çar parçeyên Kurdistanê şerê herî mezin diqewime, li her çar aliyên welat doza welatê me mezin dibe, gelê me li ser piyan e û ji bo azadiya xwe di nava liv û tevgerê de ye. Hêzên dagirker ji xurtbûna Tevgera Azadiyê ya gelê kurd bi tirs in, Li Amed, Dêrsim, Mahabad, Amûdê, Helepçe, Şengal, Kobanê û Botanê tanlan , wêran, êş û mirin anîn ser gelê me. Bi her awayî xwastin  çand, ziman û nasnameya me tune bikin. Me bikin tirk, ereb, fars, lê ew siyaseta wan têk çû, îro gelê kurd ji her demê xurtir, şiyartire û herî girîng xwedî tecrube, zanabûn û parastinê ye.

Em wekî Tevgerên Ciwanên Kurd û ciwanên partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser esasî yeketiya netewî bi hev re rûniştin û me biryara Konferansa Ciwanên kurd li Rojavayî kurdistanê da. Ev konferans wê ji hemû hêzên neyar û dagiker re bibe bersiv. Wê bibe sedema qonaxeke nû  ku gelê kurd bi yek dengî têkoşîna xwe bilind bike û bi hev re Kurdistanê rizgar bike.

Li ser van esasan em bi navê Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bang  li  hemû ciwanên kurd, gelê me yê welatparêz, partî û rêxsitinên kurdî dikin ku werin di vê dema dîrokî de em bi hev re, bi yek dengî mil bi mil tola şehîdan hilînin, dagirkeriyê  parçe bikin û axa xwe rizgar bikin.

(dî/dc)

ANHA