Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ʹYekîtiya Netewî dê sînoran tune bikeʹ

Dîmen

YHYA HEBÎB

TIRBESPIYÊ – Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê  Ebdulkerîm Siko got ku Yekîtiya Neteweî ya Kurdistanê bê lidarxisitina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk nayê û destnîşan kir ku yekîtiya kurdan dê sînoran di nava Kurdistanê de tune bike.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê  Ebdulkerîm Siko têkildarî banga KNKʹê ya li darxistina Kongreya Netewî ku di zûtirîn dem de pêk were ji ANHAʹyê re axivî.

Siko di destpêka axaftina xwe de girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê û bi taybet di vê demê de bibîr xist û wiha got: ʺLidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê xwedî girîngiyek e. Di dema ku li Sûriyê û Rojhilata Navîn geşedanên mezin têne jiyankirin, doza kurdî bûye mijara herî girîng a herêmê. Divê em hêzên kurdî yekîtiya xwe saz bikin, da ku em vê fersendê bi dest bixin. Bi taybet di dema ku em bi saya xwîna şehîdan gelek destkeftiyan bi dest dixin.ʺ

Siko her wiha da zanîn ku hêza gel kurd di yekîtiya wan de ye û wiha dom kir: ʺYekîtiya siyasî, leşkerî û bîrdozî dê hêza gelê kurd mestir bike. Hemû welatên ku dijberiya gelê kurd dikin bi hev re li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan disekinin. Çima em jî bi yek destî li dijî wan dernakevin. Yekîtiya me dê hemû sînorên dijmin danîne rabike. Em yek gel in û xaka me jî yeke.ʺ

ʹKongeya Netewî besiva êrîşên Tirkiyêyeʹ

Siko di berdewama axaftina xwe de her wiha da zanîn ku bi lidarxistina Kongreya NEtewî dê derbeyek li Erdogan û hevkarên wî yên dixwazin gelê kurd ber bi şerê kurd-kurd ve bibin re be û wiha dom kir: ʺDivê partî û hêzên kurdî dûrî siyasetên dewleta Tirk ku zirarê dighîne berjewendiyên gelê kurd bikeve û girîngiya hevgirtna netewî nas bikin.ʺ

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê  Ebdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên Kurdistanê kir ku bi rihê berpirsyariyê nêzî mijara kongreya netewî bibin.

(dc)

ANHA