Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Avakirina Meclîsa Jina Sûriyê misogeriya yekîtiya jinên Sûriyê ye′

Dîmen

AMÛDÊ – Komîteya Amadekar a reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jina Sûriyê da zanîn ku avakirina Meclîsê, misogeriya yekîtiya jinên Sûriyê ye.AMUDE-CIVIN-JIBO-PRNASKIRINA-MECLISA-JINAN-A-SURI1 ‫(1)‬ ‫‬

Kongreya Star bi jinên bajarê Amûdê re civiya. Civîn bi beşdariya Endamên Komîteya Amadekar a reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jina Sûriyê, Endamên Rêveberiya Kongreya Star û bi dehan jinên bajêr, li Navenda Çand û Hunerê ya Horo, hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Komîteya Amadekar a reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jina Sûriyê Lorîn Ibrahîm axivî û da zanîn ku dê  bi riya avakirina Meclîsa Jina Sûriyê, yekîtiya hemû jinên Sûriyê were avakirin û pirsgirêkên jinê bêne çareserkirin.

Piştre reşnivîsa rêziknameya Meclîsê hat xwendin.

(mm)

ANHA