Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Berxwedana gelê Efrînê li hember dagirkeriyê bi ser dikeve′

ŞERVÎN MUSTEFA

EFRÎN – Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Bekir Elo bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir û got, ″Dê berxwedan û hevgirtina gelê Efrînê li hember dagirkeriyê bi ser bikeve.″

Bekir Elo ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Erdogan dijminatiya şoreşa gelê Sûriyê dike.

Elo diyar kir ku Erdogan dixwaze bi riya kuştina zarokên Efrînê û rûxandina malan di hilbijartinên hikûmetê de bi ser bikeve û da zanîn ku rêjîmên Sûrî û Rûsî li hember êrîşên li ser Efrînê berpirsyar in.

Elo bêdengiya navneteweyî li hember hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir û wiha got, ″Wê hevgirtin û berxwedana gelê şoreşger ê Efrînê li hember dagirkeriyê bi ser bikeve.″

(mm)

ANHA