Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Berxwedana jinên Efrînê navnîşana azadiyê ye‘

Dîmen

OLVA HAC MENSÛR

HESEKÊ – Jinên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe bi berxwedana jinên Efrînê re anîn ziman û gotin, “Em ji berxwedana jinên Efrînê hêz digirin, berxwedana wan navnîşana azadiyê ye.”

Jinên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê têkildarî berxwedana jinan li Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ew ê berxwedaniyê hêz û moral digirin.

′Em bêdeng namînin′

2018-2-7-ALDERBASEA-NRENN-JNA ‫(1)‬

Bedîa Erebo “Efrîn wê bi îrade û berxwedaniya şervanên YPJ‘ê bi ser bikeve. Ji ber ku van têkoşeran bedena xwe ji bo aşîtiyê kirin pir. Hêza jinê çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire, ji ber vê yekê em bê deng nemînin û heta dawiyê em ê piştgiriya jinên Efrînê bikin.”

′Berxwedana jinên Efrînê moral digirin′

2018-2-7-ALDERBASEA-NRENN-JNA ‫(1)‬ ‫‬

Yusra Ferhan “Ne mumkine Efrîn were dagirkirin, ji ber xaka berxwedanê ye, xaka Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr e. Tirkiyê nikare berxwedana jinên Efrînê lewaz bike. Berxwedana jinên Efrînê navnîşana azadiyê ye. Ev berxwedanî hêz û morale dide me. “2018-2-7-ALDERBASEA-NRENN-JNA ‫(29929353)‬ ‫‬

Roşka Silo, “Tirkiyê nikare hebûna xwe li ser xaka Efrînê rewa bike, Efrîn xwedî dîrokeke şareza ye. Em wekî jinên Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji bo Berxwedana Serdemê radighînin.”

′Erdogan gora xwe bi destê xwe dikole′

2018-2-7-ALDERBASEA-NRENN-JNA ‫(29929354)‬ ‫‬

Şaha Mihmed Şêxê, “Tirkiyê nikare îradeya jinê bişkîne. Madem jinên mîna Avesta û Barîn hene em ê bi ser bikevin. Erdogan jî bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê binkeftina xwe nîşan dide, gora xwe bi destê xwe dikole. Çawa em li Kobanê bi serketin em ê bi îradeya jin û berxwedaniya wê li Efrîn jî bi ser bikevin.”

(bb)

ANHA