Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Bi riya avakirina Meclîsê, pirsgirêkên jinê têne çareserkirin′

ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC – Cîgira nûnera Meclîsa Jinê ya Minbicê Hena Şerîf got ku piştî avakirina Meclîsê, mafê jinê hat parastin û pirsgirêkên wên têne çareserkirin.MINBIC-AXAVINA-HENA-YUSIV1 (1)

Jinên bajarê Minbicê di 5′ê meha adarê de hev civiyan û Meclîsa jinê ya Minbicê, ava kirin. armanca  ji vê yekê, rizgarkirina jinê û  parastina mafê wê ye.

Cîgira nûnera Meclîsê Hena Şerîf got ku jinên Minbicê bi hezkirina zanebûn, berê xwe didin Meclîsê û wiha axivî: ″Avakirina Meclîsê gaveke girîng a misogerkirina mafê jinê ye. Jinên herêmê li Meclîsê pirsgirêkên xwe parve dikin. Em jî bi wan re dibin, da çareserî were peydakirin.″

Hena anî ziman ku ew bi xebatên xwe, jinê di hemû qadên civakê de birêxistin dikin û wiha domand: ″Divê jinê ji milê fikir ve azad bibe. Ji ber diçin serdana jinan dikin, li pirsgirêkên wan guhdar dikin û hewl bidin ku çareser bikin.″

Hate zanîn ku Meclîsa Jinê serdana dibistanan bikin, rewşa mamoste û xwendekarên jin binêrin û semîneran bidin wan.

Hena diyar kir ku piştî avakirina Meclîsê, di dîrokê de yekem care ku jina Minbicê di nava civakê de bi nirxê xwe hîs kir.

(mm)

ANHA