Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Ciwanên Kurd sînorên dagirkeran nas nakin′

QAMIŞLO – Ciwanên Kurdî ên Rojava di dawiya  koferansa  gotin: ″Ciwanên Kurd sînorên dagirkeran san nakin û şoreşa Rojava xeleke sereke ya avakirina Kurdistaneke serbixwe ye″.

Di çarçoveya yekîtiya ciwanên Kurd de, Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a YCR′ê 1.Konferansa Ciwanên Kurd ên Rojava li dar xist.

Di konferans ciwanên rewşa Kurdistanê, şoreşa Rojava û rewşa rêxistinî ya xebatên ciwanên rojava nîqaş kirin û konferans ji ragihandinê re girtî dom kir. Di dawiyê de jî, ev biryar hatin girtin:

*Kurdistan yeke; Em sînorên dagirkeran nas nakin.

*Wek ciwanên Kurd ên Rojava, em ê ji bo azadiya Ocalan bi hemû rêbazan têbikoşin.

*YPG/YPJ′ê artêşa Rojavayê Kurdisatanê ne, rêxisitinkirina ciwanan di nava refên van hêzan de, erkeke me ya bingehîne.

*Şoreşa Rojava xeleke sereke ya avakirina Kurdistaneke serbixwe ye.

*Azadiya jinê, bingehê azadiya tevahî gelê Kurde.

*Wek Rojava em ê li hember herçar parçeyên Kurdistanê bi berpersiyarî tev bigerin.

*Em ê li hember hemû plan û komployên dijmin, axa welat biparêzin.

*Şengal rûmeta gelê Kurd e, wek ciwanên Rojava em ê her li pişta xwîşk û birayên xwe yên Êzidî bin.

*Em ê bi berpirsyarî ciwanan perwerde û zana bikin û welatê xwe ava bikin.

*Em çanda dewletên Rojava wekî xetereyekê li ser gelê xwe (taybet li ser ciwanên Kurd) dibînin, di vê oxirê de em ê têkoşîna xwe bidomînin û çanda Kurdî pêş bixin.

*Koçberî firotina welat e, parastin û avakirina welat rûmeta me ye.

*Em bang li tevahî ciwanên Kurd ên ku koç kirine, dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de vegerin û welatê xwe biparêzin.

*Ji bo yekîtiya neteweyî, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî pêwîstiyeke bingehîne. Lidarxistina Kongreyê, dê nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de, çareser bike.

*Divê ciwan ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Ciwanên Kurd, têkoşîna xwe bidomînin.

*Em hemû hewldanên çareserkirina aloziyê Sûriyê ku bêyî beşdariya nûnerên Kurd û Federaliya Demokratîk, qebûl nakin.

*Federaliya Demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye, em vê projeyê destek dikin.

(mm)

ANHA