Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Dawiya Erdogan nêz bûye′

HESEKÊ – Endamê Desteya Rêveber a Tevgera  Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Bakurê Sûriyê perçebûnê têxin navbera gelê herêmê û da zanîn ku dawiya Erdogan nêz bûye.HSL-CIVIN-BEDRAN-CIYA-KURD ‫(1)‬

TEV-DEM′ê  ji bo nirxandina rewşên dawî ya herêmê li  taxa Salihiyê bi xwendekarên pêymangeha Şehîd Çiya re civiya.

Civîn bi beşdariya Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM′ê Bedran Çiya Kurd, mamosteyên Peymangeha Şehîd Çiya, her wiha bi sedan xwendekarên peymangehê hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Çiya Kurd axivî û got ku divê rewşa li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn were nasîn.

Çiya Kurd destnîsan kir ku hemû dewleten cîhanê (taybet Tirkiyê) êrîşî Sûriyê dikin, da perçebûnê têxe navbera gelên herêmê.HSL-CIVIN-BEDRAN-CIYA-KURD ‫(1)‬ ‫‬

Her wiha Çiya Kurd destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê didome, şervanên QSD′ê roj bi roj pêşve diçin û wiha domand: ″Berxwedana ku şervanên me di çeperên şer didin meşandin, dihêle ku hemû dewlet ji wan re rêz bigirin. Ji ber ku QSD′ê di cîhanê de yekem hêza ku parastina gelên herêmê dike.″

Çiya Kurd anî ziman ku armanca ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê, astengkirina hemleya rizgarkirinê ye û wiha domand:  ″Dawiya Erdogan nêz bûye, ji ber ku hemû gel bi rastiya wî dizane.″

Civîn bi durûşmeyên ″Şehîd namirin″ bi dawî bû.

(bx/mm)

ANHA