Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Dê ji ber siyasetên Erdogan, li Tirkiyê şerekî hundirîn pêk were′

ROZANA DADO – FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – Cîgira Serokê Desteya Têkîliyên Derve ya Kantona Efrînê Cîhan Mihemed da zanîn ku dê ji ber siyasetên Erdogan, li Tirkiyê şerekî hundirîn pêk were.

Cîgira Serokê Desteya Têkîliyên Derve ya Kantona Efrînê Cîhan Mihemed bi nêzîkbûna referandûma 16′ê nîsanê re, nirxandin kir.

Cîhan di destpêka axaftina xwe de, got ku şoreşa Bakurê Kurdistanê berdewama şoreşa Rojava ye û wiha got: ″Şoreşa Rojava bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê serkeftinên mezin bi dest xistin. Gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê jî, xwest ku hikûmeta Erdogan veguherîne hikûmeteke demokratîk. Lê AKP′ê ev yek red kir, ji ber ku siyasetên wê li Bakurê Sûriyê têk çûn.

Cîhan anî ziman ku piştî ku di pêkanîna darbeya leşkerî (ku bi riya wê kesên ku li hember siyasetên AKP′ê serî hildidan, bin çav kirin)de bin ket, niha dixwaze bi riya referandûmê desthilatdariya xwe li ser herêmê ferz bike û siyasetên xwe rewa bike.″

Cîhan da zanîn ku gelê Tirkiyê nizanin çi bersivê bidin referadûmê û wiha got: ″Eger ku gotin ″Erê″, dê Tirkiyê were parçekirin û şerekî navxweyî li herêmê pêk were. Lê eger ku gotin ″Na″, dê Erdogan Tirkiyê bi ser serê wan de hilweşîne.″

Cîgira Serokê Desteya Têkîliyên Derve ya Kantona Efrînê Cîhan Mihemed diyar kir ku armanca Tirkiyê ew e ku siyasetên xwe li herêmên derdorê wekî Bakurê Sûriyê rewa bike  û wiha bi dawî kir: ″Pêşketina QSD′ê di şerê li dijî terorê û avakirina sîstemeke Federal li Bakurê Sûriyê, ne bi dilê Erdogane. Ji vê yekê ew bi hemû rêbazan, hewl dide projeya demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan diparêze, têk bibe.″

(mm)

ANHA