Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Dê referandûma faşîst aloziyeke hundirîn bi xwe re ava bike′

MIZGÎN ELÎ

KOBANÊ – Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fayze Ebdî got ku dê di encama referandûma faşîst de, li Tirkiyê alozoiyeke hundirîn pêk were.

Derbarê referandûma ku dê 16′ê nîsanê li Tirkiyê pêk were, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fayze Ebdî nirxandin kir. Fayze da zanîn ku referandûma 16′ê nîsanê xizmeta gelê Tirkiyê nake û ziyanê bigihîne hemû pêkhateyên herêmê.

Fayze anî ziman ku AKP′ê bi vê yekê dixwaze faşîzma ku li dijî gelê herêmê dide meşandin rewa bike û wiha domand: ″Dewleta Tirk  bi hinceta şerê li dijî terorê, axa Bakurê Sûriyê dagir dike û hewl dide emperetoriya Osmanî ava bike.

Fayze nerazîbûna li hember referandûmê wiha nîşan da: ″Wek gelê Kurd, em vê referandûmê bi tu awayekî qebûl nakin. Eger ku ev yek bi ser bikeve, dê li ser gelê Tirkiyê û tevahî gelên Rojhilata Navîn, trajediyek pêk were.″

(mm)

ANHA