Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Divê alîgirên AKP′ê helwesta li hember dagirkeriyê zelal bikin′

RÊNAS REMO

QAMIŞLO – Siyasetmedarê Kurd Hesen Şêxo da zanîn dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrînê, hemû zagonên navneteweyî binpê dike û bang li partiyên siyasî yên Kurdî yên alîgirên dewleta Tirk kir ku helwesta li hember êrîşên dagirkeriyê zelal bikin. QAM-SIYASITIEA KURID (2)

Derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê de, Serokê Tevgera Kurdayetî li Sûriyê Hesen Şêxo ji ANHA′yê re axivî.

Şêxo diyar kir ku Erdogan destwerdana gelek dewletên cîhanê dike û dibêje qey di serdema Osmanî de jiyan dike. Şêxo wiha got, ″Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrînê hemû zagonên navneteweyî binpê dike û sivîlan qetil dike. Li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e.″

Şêxo bang li partiyên siyasî kir ku helwesta li hember êrîşên dagirkeriyê zelal bikin û wiha axivî, ″Kesên ku destek didin Tirkiye û hevkarên êrîşên li ser Efrînê ne, xwe û gelê xwe firotine û xiyaneteke mezin kirine.″

Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî Kurdistaniyên cîhanê kir ku piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin û wiha got, ″Dem dema yekîtiya gelê Kurd û rawestandina qetilkirina Kurdan e.″

(mm)

ANHA