Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Divê tecrûbeya Federaliyê li Rojhilata Navîn û cîhanê were pêkanîn′

Dîmen

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedara bi navê Lîna Berekat diyar kir ku tecrûbeya Federaliya Demokratîk a ku li Rojava pêk hat, divê li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê were pêkanîn  û da zanîn ku bi riya vê tecrûbeyê jinê di hemû qadan de mafên xwe bi dest xistin.

Siyasetmedara bi navê Lîna Berekat derbarê projeya Federaliya Bakurê Sûriyê û rola jinê di herêmnên Rojava-Bakurê Sûriyê de nirxandin kir.

Lîna Berekat anî ziman ku jinê li Rojava bi riya tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Bakurê Sûriyê, mafên xwe bi dest xistin û beşdarî hemû qadên jiyanê bû.

Lîna diyar kir ku jinê xwe ji koletiyê û zihniyeta baviksalarî rizgar kir û wiha domand: ″Jinê çek hilgirt, hebûna xwe û welatê xwe parast, xebatên siyasî li qadên navneteweyî da meşandin û  ji her kesî  re îsbat kir ku jin dikare her tiştî bike.″

Lîna bang li hemû jinên Sûriyê kir ku bi hêz û kesayeta xwe bawer be  û beşdarî hemû qadên jiyanê bibe (taybet qada siyasî) û mafên xwe bi dest bixe, da civakeke demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriyê were avakirin.

Lîna anî ziman ku çareseriyar herî guncaw a aloziya Sûriyê, Sîstema Federale.

Siyasetmedara bi navê Lîna Berekat ji bajarê Humsê ye, beşdarî hevdîtina şêwrê ya ku li salona Beylesan a dikeve navçeya Amûdê hat lidarxistin, bûbû.

(mm)

ANHA