Têkilî | Derheqê me de

′Efrîn wê bi vîna gelê berxwedêr bi ser bikeve′

OLVA HAC MENSÛR

HESEKÊ – Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemedê Mûsê da zanîn ku êrîşên li ser Efrînê berdewama komploya dewleta Tirk li dijî doza Kurdî û federasyona Bakurê Sûriyê ye û wiha got, ″Efrîn wê bi vîna gelê berxwedêr bi ser bikeve.″

Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemedê Mûsê derbarê êrîşên li ser herêma Efrînê de, ji ANHA′yê re axivî.

Mihemedê Mûsê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk piştî serkeftinên QSD′ê yên li dijî DAIŞ′ê, zêde bûn û wiha got, ″Dewleta Tirk bi êrîşên li ser herêma Efrînê dixwaze vîna gelan bişikîne. Wê Efrîn bi vîna gelê berxwedêr bi ser bikeve. Serkeftina Efrînê, serkeftina şoreşa Rojava ye.″

Mihemedê Mûsê anî ziman  ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Efrînê, berdewamiya komployên dewleta Tirk ên li dijî doza Kurdî û federasyona Bakurê Sûriyê ye.

Mihemedê Mûsê diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî destek dide hovîtiya Artêşa Tirk a dagirker û wiha domand, ″Top û balafirên dewleta Tirk gelê Efrînê natirsînin. Dîroka berxwedanê bi xwîna Avestayan û hemû cangoriyên azadiyê tê nivîsandin.″

(mm)

ANHA