Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Eger Rûsya destûra êrîşê bide, dê şaştiyeke stratejîk bike′

ELÎ HESEN – MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Nivîskar, akademisyen û lêkolînerê karûbarên Tirkiyeyê Mihemed Nûredîn diyar kir ku plana Tirkiyeyê ya êrîşa li ser Efrînê girêdayî rewşa Idlibê û avakirina hêzeke nû li Bakurê Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku eger Rûsya destûra êrîşê bide, wê şaştiyeke stratejîk bike.

Nivîskar, akademisyen, lêkolînerê karûbarên Tirkiyeyê û midûrê navenda lêkolînên stratejîk li Beyrûtê, Mihemed Nûredîn derbarê gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina Efrînê de ji ANHA′yê re nirxandin kir.

Mihemed Nûredîn di nirxandinên xwe de bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî û rêjîma Baas li hember siyasetên Erdogan û got ku eger Rûsya destûra êrîşê bide Tirkiye, dê Astana hilweşe û xetereyên mezintir li pêşiya Tirkiyeyê derkevin.

Hevpeyvîna bi Mihemed Nûredîn re wiha ye:

*Tirkiye hêza leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde dike û gefên dagirkirinê li herêmê dixwe, gelo Erdogan ji çi ditirse û çima di vê demê de taybet Efrînê hedef bigire?

Tirsa Tirkiye ji Kurdan bê sînor e û bi çavê dijmin li wan mêze dike. Lê çima dixwaze di vê demê de êrîşî Efrînê bike?, bi nêrîna min ev yek girêdayî rewşa Idlibê û zextên rêjîma Baas û Rûsya yên tasfiyekirina Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) ye. Li aliyekî din jî Tirkiye hewl dide bi gefên dagirkirina Efrînê bersiva koalisyona navneteweyî ya ku ragihand ku dê hêzeke ji 30 hezar leşker li Bakurê Sûriyê were avakirin, bide. Ji ber ku Erdogan ji avêtina gaveke bi vî rengî ne rihet e.

*Êrîşa Tirkiye ya li ser Efrîn û Minbicê, dê bi çi awayî bandorê li ser rewşa Sûriyê bike?

Bi nêrîna min Tirkiye dikare bi destûra Rûsya şerê li dijî Efrînê dest pê bike, ji ber ku hêzên Rûsya û şopdarên wê li herêmê hene. Eger ku Rûsya destûra êrîşê bide, dê di warê têkîliya di navbera Rûsya û Kurdan de şaştiyeke stratejîk bike.

Lê eger ku Tirkiye bêyî destûra Rûsya derbasî Efrînê bû, ez bawer dikim wê ev yek hevpeymana Astanayê, lihevkirinên Tirkiye-Rûsya û lihyevkirinên Tirkiye-Rûsya-Îran bi dawî bike.

*Dê Kurd bi hemû hêza xwe Efrînê biparêzin. Lê dê helwesta Rûsya û Amerîka ji êrîşa Tirkiye çi be?

Ez bawer dikim Amerîka nikare ji bo êrîşên Tirkiye yên li ser herêmê bikeve tevgerê, ji ber ku dûrî herêmê ye. Lê eger ku Tirkiye tevî nerazîbûna Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê vê gavê bavêje, dê Tirkiye li pêşiya xetereyên hê mezintir be.

*Gelo dê plana Erdogan a dagirkeriyê, agirê serhildanê li hundirê Tirkiyeyê gur bike?

 

Ez bawer nakim, ji ber ku hundirê Tirkiye muxalefeke cidî ya li dijî êrîşa li ser Efrînê nîne. Ji ber ku Rêveberên HDP′ê yan di zindanan de ne, yan di ji karê şaredariyan hatine avêtin. Ji ber vê dengê muxalafetê nîne, ev yek metirsiyê li ser doza Kurd li Tirkiyeyê dike. Her wiha dê li hundirê Tirkiye dijminatiya li dijî Kurdan zêde bibe û îhtîmal heye ku di navbera dewleta Tirk û tevgera Kurdî de şer derkeve.

(mm)

ANHA