Têkilî | Derheqê me de

′Êrîşa li ser Efrînê bi hevpeymana AKP-Rûsya-Esed pêk hat′

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Midûrê saziya Kurdên bê sînor, Kadar Pîrî da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst bê destûra Rûsyayê nikare êrîşî herêma Efrînê bike û wiha got, ″Tê xuyakirin ku êrîşa li ser Efrînê bi hevpeyaneke di navbera Tirkiye, Rûsya û rêjîma Baas de pêk hat.″

ANHA′yê derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de, bi Midûrê saziya Kurdên bê sînor, Kadar Pîrî re hevpeyvîn kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Gelo mirov dikare êrîşên li ser Efrînê bi bûyerên ku li Idlibê diqewimin ve girê bide?

Dewleta Tirk a faşîst nikare bê destûra Rûsya (ku bû hevkarê Tirkiye yê kuştina zarokan) nikare êrîşî herêma Efrînê ya bi ewle bike. Piştî ku Erdogan bajarê Idlibê firot Rûsyayê, destûra êrîşa li ser Efrînê ji Rûsyayê wergirt. Di heman demê de jî hêzên rêjîma Baas li gundewarên Idlibê pêvçe çûn û dest danîn ser balafirgeha Ebû Dihûr. Ev yek dide nîşandan ku êrîşa li ser Efrînê bi hevpeymaneke di navbera Tirkiye, Rûsya û rêjîma Baas de pêk hat.

*Tirkiye îdîa dike ku di êrîşa li ser Efrînê de tenê noqteyên leşkerî hedef digire, lê di encama êrîşên hovane yên Artêşa Tirk a dagirker de şehîd û birîndarên sivîl hene. Hun vê yekê çawa dinirxînin?

Hikûmeta Erdogan a terorîst îdîa dike ku li Efrînê tenê noqteyên leşkerî hedef digire, lê kampa koçberan a li herêmê hedef girt û hejmarek şehîdên sivîl hene. Tirkiye bi zanebûn herêmên sivîlan hedef digire, da gelê herêmê koçber bibin û pişta şervanan vala bibe. Lê gelê Efrînê li ser axa xwe li hember êrîşên dagirkeriyê bi îsrar li ber xwe dide.

*Gelo di êrîşa li Efrînê de, kî destek dide dagirkeriya Tirk?

Tenê Artêşa Tirk a dagirker dixwaze derbasî Efrînê bibe, herêmên sivîlan hedef digire û zarokan qetil dike. Kesên ne Tirk ên bi wan tev digerin jî bi fermana Tirkiyeyê dixebitin û xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dikin. Sûriyên ku di vê êrîşê de destek didin Artêşa dagiker xayînin û tu têkîliya wan bi şoreşa Sûriyeyê nîne.

*Hun helwestên Rûsya û Amerîka derbarê rewşa Efrînê de çawa dinirxînin?

Rûsya û Amerîka li gorî berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re tev digerin. Herdû alî li ser Tirkiyeyê di nava şerekî de ne, ji ber cihê Tirkiyeyê yê jeosiyasî. Li aliyekî din jî herdû alî dixwazin dewleta Tirk têk bibin ji ber baweriyawan bi dewleta ku AKP′ê serkêşiya wê dike nayê.

Rûsya û Amerîka dixwazin têkiyeke baş bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ava bikin. Ji ber ku ji bilî Kurdan tu hevalbendên Amerîka li Sûriyeyê nema. Rûsya jî Kurdan wekî tekane hêza li dijî Îranê Rêjîma Baas dibîne.

Lê tişta ku niha derdikeve hole, Rûsya demkî destek da Tirkiye da balafirgeha Ebû Dihûr a Idlibê bi dest bixe.

*Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê dê çi bandorê li ser rewşa Sûriyeyê bike?

Ji bo ku Tirkiye hebûna Kurdan ji holê rake û projeya demokrasiyê derb bike, Idlib radest kir. Ji ber ku Tirkiye di hemû hewldanên qirkirina Kurdan de bin ket, rasterast bi Kurdan re şer dike û dê li hember berxwedana gelê Efrînê jî bin bikeve û Sûriyeke Demokratîk û Federal were avakirin.

*Di vê demê çi ji hêzên demokrat ên cîhanê û partiyên Kurdistanî tê xwestin?

Divê ENKS′ê demlidest veqetîna xwe ji Îtîlafê ragihîne. Her wiha divê tevahî gelên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan. Hêzên Demokratîk jî dest bi hemleya ″Na ji şerê Tirkiyeyê yê li ser Efrînê re″ dest pê kirin.

(mm)

ANHA