Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Gelan daxwaza  azadiya Ocalan kirin′

MIZGÎN ELÎ- TOLÎN KENAN

KOBANÊ – Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo da zanîn ku Ocalan tekane kesê ji bo azadî û mafên gelan têkoşiya û bi fikir û felsefeya xwe dîrok xêz kir.

Derbarê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferzkirin, Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  a Kobanê Ehmed Şêxo ji ANHA′ê re nirxandin kir.

Ehmed Şêxo di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dema Tirkiye dibîne gelê Bakurê Sûriyeyê serkeftinên mezin li dijî terorê bi dest dixe, ew tecrîda li ser Ocalan giran dike,  ji ber ku gelên Bakurê Sûriyeyê fikira Ocalan kirin bingeha xebatên xwe.

Şêxo destnîşan kir ku Ocalan tekane kesê ji bo mafê gelan têkoşiya û di oxira wê de hemû tişt di jiyana xwe de feda kir û bi vê yekê Ocalan bi fikira xwe dîrok xêz kir.

Şêxo di nava gotinên xwe de bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got: ″Şoreşa Rojava di gelek astan de bi saya xwîna şehîdan û ji ber xwe spart fikirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gelek destkeftî bidest xistin.″

Şêxo axaftina xwe wiha dewam kir: ″Dema Tirkiye ferq kir ku Ocalan dê bibe pêşegnê nifşên bê ye, komplo pêk anîn û ew girtin, lê nikaribûn fikir û felsefeya wî dîl bigirin.″

Di dawiya gotinên xwe de, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kobanê Ehmed Şêxo bang li saziyên navnetewî û mirovî kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serbest bê berdan, ji ber ku gelan tekane xwesteka xwe bi azadkirina Ocalan anîn ziman.

(nse)

 ANHA