Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Her çiqas ku kiryarên hovane pêk werin, em axa welat bernadin′

Dîmen

RODÎ ÊZID XALO – XANDÎ ELO

EFRÎN – Reşîdê ku Artêşa Tirk a dagirker dikana wî dan ber topan got ku her çiqas ku dewleta Tirk kiryarên kuştin û rûxandinê pêk bînê, ew axa welatê xwe terk nakin.

Di encama topbarana gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê de, dikana welatiyê bi navê Reşîd Reşîd hat rûxandin. Reşîd bi vê dikanê dibara xwe dikir û pê malbata xwe xwedî dikir.

Reşîd diyar kir ku tevî noqteyên leşkerî li gundê wan tune ne, gund ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve tê hedefgirtin û wiha domand, ″Artêşa dagirker û çeteyên wê dikana min dan ber topan û rizqê min qut kirin. Lê her çiqas ku dewleta Tirk kiryarên kuştin û rûxandinê pêk tîne, em axa welatê terk nakin û destûr nadin ku axa Efrînê were dagirkirin.″

(mm)

ANHA