Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Hovîtiya dijmin îsrara jinê ya têkoşîna li dijî dagirkeriyê xurtir dike′

Dîmen

TIRKÎ KALIT – MIHEMED EBDÎ

GIRÊ SPÎ – Seroka Mala Jinê ya navçeya Eyn Îsayê Emanî Sefer da zanîn ku jina berxwedêr a Efrînê bûye navnîşana berxwedanê û diyar kir ku destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ′ê îsrara jinê ya têkoşîna li dijî dagirkeriyê xurtir kir.

Berxwedana Serdemê ya li hember dagirkeriyê di roja 25′an de didome. Şervanên QSD′ê û gelê Efrînê destaneyên lehengiyê dinivîsin û Efrînê diparêzin. Şervanên YPJ′ê û Endamên Asayîşa Jinê di vê berxwedanê de cih girtine û bi lenengiya xwe dîrokeke nû dinivîsin.

Derbarê berxwedana jinê de Seroka Mala Jinê ya navçeya Eyn Îsayê ya Kantona Girê Spî Emanî ji ANHA′yê re axivî. Emanî berxwedana jinê di qadên şer de silav kir û wiha got, ″Jinê di çeperên şer de hêz û hebûna xwe îsbat kir. Jinên Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê şer dikin û axa welatê xwe diparêzin û bûn navnîşana berxwedanê.″

Emanî peyamek da çeteyên ku dewleta Tirk wan di şerê li dijî gelê Efrînê de bi kar tîne û wiha got, ″Ev komên li gel dagirkeran li dijî gelê xwe şer dikin û axa welatê xwe dagir dikin.″

Emanî destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ′ê wekî kiryarekî ne mirovî bi nav kir û wiha axivî, ″Dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê kiryarê hemû zagonên navneteweyî binpê kirin. Wan bi vê kiryara qirêj û hovane biryara binketina xwe dan û îsrara jinê ya têkoşîna li dijî dagirkeriyê xurtir bû.″

Emanî di dawiya axaftina xwe de got ku divê jinên ji hemû pêkhateyan hêza xwe ji lehengiya jina Efrînê bigirin.

 (mm)

ANHA